Girtiyê bi nexweşiya giran Ozkan bi 3 hezar û 300 kîlometreyî gerandin

Girtiyê bi nexweşiya giran Mehmet Emîn Ozkan 2 hefteyan bi 3 hezar û 300 kîlometreyî gerandin û birçî hiştin. Li gorî agahiyan, Ozkan di vê gerandinê de ji ser hişê xwe çûye.

Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ê rewşa wî giran e ji Girtîgeha Amedê ji bo rapora nexweşiyê werbigire û were berdan sewqî Saziya Tiba Edlî (ATK) a Stenbolê hatibû kirin. Ozkan bi balafirê birin Stenbolê û li girtîgeha Stenbolê hat ragirtin. Duh birine ATK’ê û ji bo rapor derbarê tenduristiya dilê wî de were amadekirin, li ATK’ê hat muayenekirin. Piştî muayeneya li ATK’ê duh êvarê Ozkan cardin anîn Girtîgeha Amedê. Hat zanîn ku Ozkan ji ber nexweşînên xwe di balafirê de ji ser hişê xwe çûye û di birin û anînê de jî nikaribûye xwe li ser linga bigire.

Ozkan ê her roja ku diçe rewşa wî giran dibe, di hefteyek dawî de 3 hezar kîlometre ji bo birin û anîna Stenbolê û 300 kîlometre ji bo birin û anîna Xarpêtê bi giştî 3 hezar û 300 kîlometre rê wî gerandine. Hat gotin her cara wî radikin nexweşxaneyê û tînin girtîgehê rewşa wî xera dibe.

Ozkan ê ku di sala 1996’an de li Mersînê bi sûcdariya 'endamê rêxistinê ye' hatibû girtin bi hinceta ku berpirsê kuştina Tûggeneral Bahtiyar Aydin e, cezayê heta hetayê lê hatibû birîn.

Ozkan ê ku 25 sal in di girtîgehê de ye, ji roja ku hatiye girtin û heta niha 5 caran dilê wî sekiniye, 4 caran jî anjiyo bûye. Ozkan gelek nexweşiyên wî yên dil, tansiyon, gûatra jehrî, helandina hestiyan, nexweşiya roviyan û qelsbûna hiş pê re heye.