Serokê Komeleya 78’an ê Amedê girtin

Serokê Komeleya 78’an ê Amedê Ganî Alkan girtin.

Serokê Komeleya 78’an ê Amedê Ganî Alkan ê di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve dihate birêvebirin de ku derbarê wî biryara girtinê hatibû derxistin, duh ji bo îfadeyê bide li Midûryeta Emniyetê hatibû destgîrkirin. Alkan piştî karûbarên li emniyetê û şûnde îro sewqî Edliyeya Amedê kirin, bi îdîaya ‘endamê rêxistinê’ di çarçoveya doza hatî vekirin îfadeya wî hate girtin.

Alkan ê bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Ceza ya Sulh a Nobedar kir, bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ hate girtin û şandin girtîgehê.

Ganî Alkan di Darbeya 12’ê Îlonê de ji aliyê dewleta Tirk ve bi tundî hatibû êşkencekirin.