21 fezlekeyên din pêşkêşî parlementê hate kirin

Di derbarê 15 HDP’yî bi giştî 20 wekîlan de ku di nava wan de Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz û Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû jî heye 21 fezleke li parlementê ye.

Dosyayên mafê parêzbendiyê ya 20 wekîlan ku di nava wan de 15 wekîlên Partiya Demokratîk a Gelan hene pêşkêşî Serokatiya Parlementê hat kirin. Fezleke ji komîsyoneke tevlîhev ya ji endamên Komîsyona Edaletê û Destûra Bingehîn pêk tê re hat şandin.

Navê wekîlên ku fezlekeyên wan hatine şandin ev in:

“Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz (2), Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû, Wekîla HDP’ê yê Îzmîrê Serpîl Kemalbay Pekgozegu, Wekîlê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz, Wekîlê HDP’ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî, Wekîlê HDP’ê yê Îdirê Habîp Eksîk, Wekîlê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî, Wekîlê HDP’ê yê Stenbolê Hakkî Sarûhan Olûç, Wekîlê HDP’ê yê Rihayê Nûsrettîn Maçîn, Wekîlê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçîer, Wekîla HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu, Wekîla HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag, Wekîlê HDP’ê yê Stenbolê Zeynel Ozen, Wekîla HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr, Wekîlê HDP’ê yê Mûşê Mensûr Işik, Wekîla HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, Wekîla HDP’ê ya Mûşê Şevîn Coşkûn, Wekîlê Îyî Partî yê Stenbolê Ahmet Çelîk, Wekîlê DP’ê yê Ordûyê Cemal Engînyûrt, Wekîlê TÎP’ê yê Hatayê Bariş Atay Mengulluoglû.”