Sancar: Eger em bi hev re bimeşin, em ê dawî li pergala talanê bînin
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar got, "Eger em bi hev re bimeşin, em ê dawî li vê pergala xwînê, dizî, talan û derewîn bînin."
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar got, "Eger em bi hev re bimeşin, em ê dawî li vê pergala xwînê, dizî, talan û derewîn bînin."
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar li civîna koma partiya xwe ya li Meclîsê axivîn û destpêkê Şêx Seîd, Seyîd Riza û Orhan Dogan bi bîr anî.
Sancar destnîşan kir ku HDP'ê ev desthilatdarî têk biriye, lewma êrişî HDP'ê dikin û bal kişand ser doza ji bo girtina HDP'ê hatiye vekirin.
Mîthat Sancar anî ziman ku ev doz ne tenê li dijî HDP'ê ye, doz li dijî têkoşîna demokrasî, aştî û azadiyê ye û got, "Ji bo pergala qirêj û mafyayî bê dewamkirin ev doz hatiye vekirin. Doza ji bo astengkirina têkoşînê ye. Lewma em dibêjin ku em vê dozê ne tenê weke karê xwe dibînin. Ji ber vê jî li Stenbolê em bi hiqûqnasên naskirî yên li Tirkiyeyê rûniştin, me nêrîna wan wergirtin û komên kar ava kir. Em ê parêznameyê jî ne ku ji bo li salonên dadgehê bixwînin binivîsînin. Ev parastin wê ne tenê parastineke hiqûqî be, ev ê bibe belgeyeke ronî ya paşeroja têkoşîna demokrasiyê ya bi rêya hiqûqê. Bêguman em ê îdîanameyê pûç bikin, ew ne karekî zehmet e. Ji xwe îdîaname pûç e, ji bo pûçkirina wê jî em ê gelekî mijûl nebin."
'EM Ê XWEDÎ LI HDP'Ê DERKEVIN, HDP'Ê DEWAM BIKIN'
Mîthat Sancar got, "Dema ku em dibêjin em ê HDP'ê nedin girtin, em nabêjin ku wê biryara girtinê ji dadgehê dernekeve. Em ê weke fikir û rêxistinî HDP'ê bidin dewamkirin, xwedî lê derkevin. Em ê nîşan bidin ku dadgehê dema biryar da wê ew biryar ne tenê li wê salonê bimîne. Biryara ku bidin, dema ku li qada navneteweyî bi hiqûqnasên bi wijdan û demokrat civiyan, wê hesabê wê bidin. Biryara ku bidin wê hesabê wê bidin wijdanê civakî. Em ê ji wan re bibin alîkar, piştre jî ew zanin. Desthilatdariyê bi xwe ev doz vekiriye, qaşo delîlên pêwendiya HDP'ê ya bi tundiyê re li îdîanameyê bi cih kirine. Kîjan tundî? Sîstema ku wan ava kiriye ji serî heta binî tundiyê diafirîne. Çavkanî û navenda tundiyê ev desthilatdarî bi xwe ye.
QETILKIRINA DENÎZ POYRAZ
Li Îzmîrê di êrişa dijî avahiya me de, hevrêya me Denîz Poyraz qetil kirin. Kê qetil kir? Kesekî ku pêwendiya xwe bi siyaseta dijminatiya li Kurdan heye, kesekî ku dihate parastin, ew qetil kir. Eger hûn li tundiyê digerin hingî li me nenihêrin, bala xwe bidin ser tiştên li me tê kirin. Tişta ku em dikin parastina aştiyê li vî welatî ye."
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar destnîşan kir ku doza girtinê ya li dijî partiya wan hatiye vekirin dozeke tirsonekî ye û wiha dewam kir, "Ji ber ku ditirsin doz vekirine. Encam çi dibe bila bibe, biryara dadgehê çi dibe bila bibe, bi fikrê HDP'ê û bi têkoşîna hevpar a gelan, têkoşîna li dijî vê pergalê wê dewam bike. Eger hesabê li ser hilbijartinê dikin, bila bawer bikin ku di hilbijartinê e jî wê rêyekê peyda bike û paşeroja vî welatî diyar bike. Eger ji wan heye ku dikare wê rêyê bigire, hingî xwe dixapînin. Eger di destê me de tenê derziyek jî bimîne em ê bi wê derziyê rêyên nû çêbikin."
Mîthat Sancar diyar kir ku çiqasî dozê li wan vedikin, çiqasî lîstikan dilîzin jî wê nikaribin tiştekî bikin û got, "Yekane tişta ku nîşanî wan bide ku dawî li wan hatiye, têkoşîna me ya hevpar e."
'EM Ê DAWÎ LI PERGALA TALANÊ BÎNIN'
Mîthat Sancar diyar kir ku bi xurtkirina tifaqa welatiyên azad û demokrasiyê wê dawî li tirsê bînin û got, "Rizgariya rasteqîn ev e. Rêya vê yekê jî di fikrê me de ye, di bawerî û wijdanê me de ye. Em ê li hev bicivin, em ê xurt bibin, em ê vê sîstemê teqez biguherînin. Di vê mijarê de em rê nadin bêhêvîtiyê. Em mafdar in, lewma em ê bi ser bikevin. Em sozê didin her mirovan ên ku dengê xwe digihîne wan. Eger em bi hev re bimeşin, em ê dawî li vê pergala xwînê, dizî, talan û derewîn bînin."