'Bi diyalogê pirsgirêkan çareser bikin'

Endamên berê yên HDP’ê û rêveberên sendîkayan ku ji bo nirxandina rewşa li welat li hev civiyabûn daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de hatiye gotin, “Em bang li partiyên siyasî yên Kurd dikin ku bi rêya diyalogê pirsgirêkên heyî çareser bikin.”

Daxuyaniya hilbijartiyên berê yên HDP’ê û rêveberên sendîkayan wiha ye:

“Wekîl, hevşaredar, rêveberên partiyan û komek sendîkayî ku ji ber gefa cezayê, terora dewletê û zexta desthilat faşîst ya AKP-MHP ya li ser gelê Kurd, HDP’ê, çapemeniya azad, hêzên demokrasiyê, rewşenbîr, nivîskar û akademîsiyenan neçar mane derkevin ji derweyî welat, bi armanca nirxandina rewşa li welat li hev civiyan.

Di nirxandinên hevalên me yên tevlî civînê bûne yên têkildarê rewşa siyasî de encamek wiha derket holê ku faşîzma AKP-MHP bi armanca rawestandina hilweşîna xwe di hindur de zextên li ser civakê tundtir kiriye; li derweyî welat jî bi mezin kirina dagirkeriya Başûr û Rojavayê Kurdistanê dixwaze mayînde bike û li dijî van êrîşan pêwîstî bi mezinkirina têkoşîneke hevgirtî û rêxistinbûyî heye.

Faşîzma AKP-MHP nêzî 10 hezar ji hevserok, wekîl, rêveberên bajar û navçeyan û endamên HDP’yî xistiye girtîgehan, ev têra wê nekiriye ji bo girtina giştî ya HDP’ê pêvajoyek daye destpêkirin. Ev pêvajo ji aliyekê ve wê bi êrîşên mîna bûyera qetlîama Denîz Poyraz ku vê îmhaya fîzîkî jî di nava xwe de bihevîne, ji aliyê din ve jî bi destê qaşo mehkemeyan yên di bin emrê qesrê de ne bi doza Kobanê û yên wek wê bixwazin pêş bixin. Encamgirtina desthilata AKP/MHP’ê ya ji van êrîşan girêdayî têkoşîna rêxistinbûyî ya gelê me, mixalefetan û hêzên demokrasiyê ye. Eger têkoşîneke xurt ji aliyê mixalefetê ve were meşandin, wê hilweşîna faşîzma AKP-MHP’ê ku destek û palpiştiya wê ya ji derwe û hindur û ya civakî her roja diçe lewaztir dibe, teqez bibe.

Ji aliyê din ve hikumeta AKP-MHP bi dagirkirina Başûrê Kurdistanê re plan dike ku nakokî û pevçûnên navxweyî bide sekinandin û mixalefeta civakî ya li dijî wê pêş dikeve û mezin dibe bêdeng bike. Ji bo ku vê hizrandina xwe bixe meriyetê 24’ê Nîsanê ku salvegera komkujiya Ermeniyan e, li hemberî Başûrê Kurdistanê operasyonek mezin daye destpêkirin. Ev dagirkeriya vekirî ya dewleta Tirk encax dikare ji ber siyaseta Kurd û sekna perçebûyî  ya xizmetê yekîtiya netewî nake dikare bidomîne. Di vê çarçoveyê de hewl dide bi derxistina nakokî û pevçûnan ya di navbera partiyên Kurdî de dixwaze dînamîkên Kurdan lewaz bike û bi vî rengî destkeftên gelê Kurd ên li Başûr û Rojava tine bike. Ev plan, plana faşîzma AKP-MHP’ê ya ji bo qirkirina gelê me ye.

Em wek wekîl û hevşaredarên berê yên HDP’yî, rêveberên partiyê yên bajar û navçeyê û kedkarên sendîkayan ku neçar man derkevin Ewropayê em bawer dikiin ku li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Başûrê Kurdistanê, yekîtiya hemû Kurdan yên li hindur û derweyî welat xwedî girîngiyeke jiyanî ye. Banga me ji partiyên siyasî yên Kurdan ev e ku bi rêya diyalogê pirsgirêkên heyî çareser bikin. Em bawerin ku di navbera Kurdan de pirsgirêke tineye ku neyê çareserkirin û li ser îtîfaq çênebe.

Pirsgirêk eve ku divê tiştên ji beriya niha 100 salan careke din dubare nekin û destûr nedin hişmendiya mêtinger yê dixwaze Kurdan qir bike careke din Kurdistanê dagir bikin.

Di vê çarçoveyê de em wek siyasetmedar û rêveberên saziya Civaka Sivîl ku neçar man derkevin derweyî welat biryardariya xwe ya ji bo mezinkirina têkoşîna rêxistinî nîşan didin; hemû gelê me yê welatparêz û raya demokratîk vedixwînin ji bo ku em bi hevre têkoşîna li dijî dagirkerî, qirkirina Kurdan û faşîzmê bilind bikin.”