MLKP KKO şehîdên YJA Starê bi bîr anî

Rêxistina Jinên Komunîst a MLKP’ê fermandar û şervanên YJA Starê Nûjîn Amed, Berfîn Nûcan, Ronahî Tamara û Avent Feda bi bîr anî.

Di daxuyaniya nivîskî ya Rêxistina Jinên Komunîst a Fermandariya Akademiya Hûseyîn Demîrcîoglû ya MLKP’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Dewleta Tirk a faşîst û mêtinger ku dijminê jinan e, li ser gelê Kurdistanê plana çokdanînê pêk tîne, êrişî Başûrê Kurdistanê dike, li çiyayên Kurdistanê êrişên ji bo îmhayê dibe ser gerîlayan lê ev êriş tên pûçkirin. Lê ev jî berdêlên mezin dixwaze. Em baş dizanin ku rêya serfiraziyê bi berdêlên mezin dikare pêk were.

Herî dawîn me bihîst ku di 27-29’ê Nîsanê de li qada Gorsê ya eyaleta Amedê di êrişên dewleta Tirk de fermandar û şervanên YJA Starê Nûjîn Amed, Berfîn Nûcan, Ronahî Tamara û Avent Feda şehîd bûne.

Hevrê Berfîn, Ronahî û Avent ên di bin fermandariya Nûjîn Amed de bi şerê xwe yê li çiyayên Amedê bi berxwedana jinên Kurd, bi çalakî û helwesta xwe ya xwedî biryar têkoşiyane. Di şexsê ev hevrêyên me yên di berxwedanê şehîd bûne, em sersaxiyê ji hevrêyên xwe yên YJA Starê, li malbat û hezkiriyên hevrêyan re dixwazin.

Em gerîla, şervan û milîtanên MLKP/KKO em ê ji têkoşîna şehîdên Amedê ji berxwedana wan a li hemberî rejîma faşîst a AKP û MHP’ê hêzê bistînin. Di şexsê şehîdên me yên Amedê de, em hemû hevrêyên xwe yên li hemberî dagirkerî û mêtingeriyê şehîd bûne, bi rêz û hurmet bi bîr tînin. Di şexsê şehîdên Amedê de em careke din soza serfiraziyê didin hemû hevrêyên xwe yên şehîd.”