Tecrîda li Îmraliyê li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê hate şermezarkirin
Însiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê şermezar kir û berxwedana li zindanan silav kir.
Însiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê şermezar kir û berxwedana li zindanan silav kir.
Însiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re ji bo balê bikişînin ser greva birçîbûnê ya li zindana ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 216'an roj in dewam dike, li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê daxuyaniyek da çapemeniyê.
Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum jî tevlî daxuyaniyê bû û li ser mijarê axivî. Zuleyha Gulum got, "Demeke dirêj e ku girtîgeh veguheriye cihê komkujiyan. Weke parçeyek ji siyaseta dijminatiyê ya ku deshtilatdarî li ser her kesî ferz dike, li girtîgehan jî dewam dike. Girtî bi şert û mercên ku dibe sedema mirinê têne mehkûmkirin. Mirov êdî gihîştine ber mirinê. Di rewşeke wiha de jî nayên berdan. Ji ber ku bi hiqûqa dijminatiyê li raporên tipa edlî dinerin, mirov beriya ku xatir bixwazin jî di nava lepên mirinê de têne hiştin."
'TECRÎDA LI SER BIRÊZ OCALAN TECRÎDA LI SER TEVAHIYA WELÊT E'
Zuleyha Gulum bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û got, "Tecrîda li ser Birêz Ocalan tecrîda li ser rêyên aştiyê yên vî welatî ye. Em zanin ku dema pêvajoya çareseriyê çawa bû. Hêviya mirovan zêde bû, mirov li bendê bûn ku pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin û civakê ev yek rast û erênî didît. Yên ku îro alîgirê polîtîkayên şer e, yên ku bi rengekî dijminane nêzî gelê Kurd dibin, hewl didin paşeroja vî welatî tarî bikin. Bila êdî tecrîd bi dawî bibe. Hûn nikarin bi hiqûqa dijmin bi ser bikevin, ji ber ku berxwedêr hene."
Piştre jî endama însiyatîfê Fatma Yildirim daxuyanî da û got, "Di serî de mafê ragihandin û danûstandinê divê dawî li desteserkirina mafên li girtîgehan bê anîn. Bi navê malbat û xizmên girtiyan, em ê nehêlin ku ev qedexe dewam bike. Em ê bibin dengê derve yê girtiyên şoreşger."