Li Agirî û Wanê 3 kes hatin destgîrkirin

Polîsên Tirk li Bazîda Agiriyê û li Wanê girtin ser malan. Yek jê belavkerê berê yê rojnameyan 3 kes destgîr kir.

Li Bazîdê polîsan di destê sibehê de ji dêvila Halîs Yarici deriyê mala cîranê wî şikand û girte ser malê. Polîsan piştre girtin ser mala Yarici, alavên malê ji hev belav kirin, gelek pirtûk desteser kirin û Halîs Yarici destgîr kirin.

Di heman demê de polîsan girtin ser mala Mehmet Yarici yê ku birayê Halîs Yarici ye.

WAN

Li Wanê jî polîsan di destê sibehê de girtin ser mala Nadîr Erdem ê ku berê rojname belav dikir. Erdem hate destgîrkirin.