ROJEVA 1'Ê TÎRMEHA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.

Êrişên dagirkeriyê yên artêa Tirk û PDK'ê yên li ser herêma Metînayê û bûyerên têkildarî vê yekê wê werin şopandin.

Pêşmergeyê berê Cewdet Sezgîn anî ziman, Kurdistan axa hemû Kurdan e û got: “Divê PDK feraseta birakujiyê biterikîne û cihê xwe li gel birayên xwe bigre.”

Parlamentera HDP'ê ya Kocaeliyê Zuleyha Gulum got, pêvajoyeke welê hatiye destpêkirin ku destketiyên jinê ji holê têne rakirin û hewl tê dayin ku jin li nava çar dîwaran bêne ragirtin.

Koçerîn Koçer a HPJ'î diyar kir ku ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Zîlan a ku sala 1996'an li Dersimê çalakiya fedayî kir, bû çavkaniya sûdwergirtinê ji jinên têkoşer re û got, "Her gava em diavêjin, her serketin, tolhildana şehîdên me ye."

Çavdêrê siyasî Ezîz Mamlê destnîşan kir, eger nerazîbûn li dijî dewleta Tirk neyê nîşandan wê êriş zêde bibin û got, "Başûr, Bakur, Rojava an jî Rojhilat ferq nake. Kîjan parçe lawaz bibe wê zerar li parçeyên din jî bibe."

Di hejmara Tîrmehê ya rojnameya jinê Newaya Jin de ji têkoşîna jinê heta bi Şoreşa rojava, ji êrişên dagirkeriyê heta piştevaniya jinê cih ji gelek nûçe, analîz û dosyayan re hate dayin.

Artêşa Tirk 19'ê Gulanê bi helîkopterên Skorsky teqemeniyeke ji gazên bi jehr danî qada Cîlo yê Biçûk. Ev teqemenî sûcên şer ên dewleta Tirk ên li qadên gerîla radixe pêş çavan.

KCDK-E'yê ji bo çalakiyên 3'ê Tîrmehê yên Însiyatîfa Defend Kurdistan banga tevlîbûnê kir.

Li Kanadayê doh jî goristaneke ji 182 bêkesan hate dîtin. Ev goristan jî li cihekî nêzî pansiyoneke asîmîlekirina zarokên xelkê xwecihî bû.