KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Gelê Dêrikê 'qedexeya derketina derve' nas nakin
Li Dêrikê, ku 'qedexeya derketina derve' di roja duyemîn de ye, şer û êrîş dewam dikin. -
Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê: Çiyayê Kolikê hat azadkirin
Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê da xuyakirin ku çiyayê Kolikê hatiye azadkirin û bi awayekî zelalî hatiye tespîtkirin ku di encama operasyona li vir de 49 çete hatine kuştin. -
Gerîla: Em deyndarên şehîdên Kurdistanê ne
Gerîlayên HPG/YJA Star têkildarî 37. salvegera damezrandina PKK'ê hest û nêrînên xwe ji ajansa me re vegotin. -
Ji artêşa Tirk êrîşa bi obus û hawanan
Êrîşên artêşa Tirk ên obus, hawan û tankan ên li dijî qadên gerîla dewam dikin. -
Mala PKK lê ava bû ji PKK'ê re hat hiştin
Mala malbata Abdullah û Raziye Zogûrlû, ku kongreya yekemîn a PKK'ê lê hat lidarxistin, ji aliyê malbatê ve ji PKK'ê re hat hiştin. -
Endamê TEV-DEM'ê Zaza li girtîgeha Şamê hat qetilkirin!
Endamê TEV-DEM'ê Heval Zaza yê ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve hat girtin, li girtîgeha Şamê bi îşkenceyê hat qetilkirin. -
Qirkirina siyasî didome: 5 binçavî
Li Colemêrg, Wan û Erziromê 5 kes hatin binçavkirin. -
Topa hawanê ya çeteyan teqiya: Zarokekî jiyana xwe ji dest da
Ji ber topeke hawanê ya çeteyên DAIŞ'ê ku di dema êrîşa li hemberî Kobanê de avêt, lê neteqiya, duh bi zarokekî 12 salî teqiya. -
Yûsif: HSD bû hêviya jiyana bi hev re ya gelan
Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yûsif da xuyakirin, ku avabûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk û bi ser ketina pêngava Holê, HSD kir hêviya jiyana bi hev re li dora nirxên hevpar û demokratîk ên gelên Sûriyeyê. -
Hêzên HSD'ê li herêma Xismanê bi coş hatin pêşwazîkirin
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), li herêma Xismanê ya li başûrê Hesekê bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. -
Li Nisêbînê gel li dijî êrîşan nobedê digire
Li Nisêbînê, ku qedexeya derketina derve û êrîşan 14 rojan dewam kirin, şêniyên navçeyê li hemberî dorpêçiya tîmên taybet a wesyîtên zirxî, agir dadan û heta ber destê sibehê nobed girtin. -
Demîrel: Xendek hinceta dewletê ye, hûn berxwedanê bibînin
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Çaglar Demîrel a ji nêz ve bû şahida berxwedana xwerêveberiyê destnîşan kir, ku ragihandina xwerêveberiyê li dijî siyaseta înkar û tinekirinê ya dewletê, berxwedana gel e. -
Êzidiyên li Çiyayê Şengalê salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin
Êzidiyên li Çiyayê Şengalê dijîn, 37. salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin û xwestin, gerîlayên Kurdistanê wan her biparêzin. -
Rêveberiya Rojava: Divê Tirkiye dawî desteka xwe ya ji bo DAIŞ'ê bîne
Koordînasyona Rojava helwesta Tirkiyeyê şermezar kir û bang li hêzên demokratîk, rêxistinên mafên mirovan û Neteweyên Yekbûyî kir, ku destekê bidin Rojava. -
MŞD: PKK'ê dîroka vejînê nivîsand
Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê (MŞD) 37. salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kir û da zanîn ku PKK'ê di 27'ê Mijara 78'an de dîroka vejînê nivîsandiye. -
FEDA: Em roja vejîn û rizgariyê pîroz dikin
FEDA'yê bi daxuyaniyeke nivîskî salvegera 37. a damezrandina PKK'ê pîroz kir. -
Karayilan: Heta Rêber Apo û civak azad nebe, wê ev şer nesekine
Bi wesîleya 37. salvegera damezrandina PKK'ê, Endamê Konseya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan bû mêvanê bernameya 'Soz ve Otesî' ya MedNûçe û der barê berxwedana li Kurdistanê de daxuyaniyên girîng da. -
KCB: PKK, tevgereke ku biratiya gelan girîng dibîne
KCB'ê 37. salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kir û got, "Weke gelê Asûrî-Suryanî ku xwedî heman çarenûsa gelê Kurd in, me di xebatên xwe yên siyasî û rêxistinî de her tim destekek mezin ji PKK'ê dîtin." -
Kaya: Em ê êdî qedexeyan nas nekin, bila dewlet hurmetê nîşanî vîna gel bide
Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya destnîşan kir, ku ew ê ji niha û pê ve li Nisêbînê bi ti awayî li qedexeya derketina derve tevnegerin. -
Qedexeya derketina kolanan a li Dêrikê hat dirêjkirin
Hat ragihandin ku qedexeya derketina kolanan a li Dêrikê ji bo rojekê hatibû îlankirin, heta 27’ê Mijdarê saet 12.00’an hat dirêjkirin. -
Li hember Til Eranê êrîşa bi fuzeyan: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
Çeteyên DAIŞ’ê 3 fuze avêtin bajarokê Til Eranê, di encamê de 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan jî birîndar bûn. -
Gelê Nisêbînê: Em ê ti carî serî netewînin
Gelê Nisêbînê piştî qedexeya 14 rojan a li Nisêbînê berdewam kir axivî, destnîşan kirin ku wê li hember êrîş û qedexeyan serî netewînin. -
Şervanê YPG’ê yê li Holê jiyana xwe ji dest da spartin axê
Şervanê YPG’ê Azad Qehreman Qamişlo yê di pêngava Hesekê de jiyana xwe ji dest da, li Şehîdgeha Delîl Sarûxan bi merasîmekê spartin axê. -
Li hemberî Mizgefta Çar Ling sûîqest!
Minareya Mizgefta Çar Ling a Dîrokî ya li navçeya Sûr a Amedê, rastî êrîşa tîmên taybet hat. -
Di rêya Kastîlo de du wesayîtên çeteyan hatin rûxandin
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku çeteyên El Nusra li ser rêya Kastîlo li hemberî çeperên hêzên YPG’ê êrîşek pêk anîne, di encama pevçûnên dijwar de 2 wesayîtên leşkerî tevî çeteyên tê de hatine rûxandin.