MŞD: PKK'ê dîroka vejînê nivîsand
Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê (MŞD) 37. salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kir û da zanîn ku PKK'ê di 27'ê Mijara 78'an de dîroka vejînê nivîsandiye.
Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê (MŞD) 37. salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kir û da zanîn ku PKK'ê di 27'ê Mijara 78'an de dîroka vejînê nivîsandiye.
Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê (MŞD) 37. salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kir û da zanîn ku PKK'ê di 27'ê Mijara 78'an de dîroka vejînê nivîsandiye.
Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser rewşa Kurdan a beriya avabûna PKK'ê û got, "Li Kurdistane hêviyên gel şiketibûn. Her serhildanên li Kurdistanê bi serneketibûn. Navê Kurdîtiyê suc dihat dîtin. Karker, gundî bê mecal bûn. Xwendekar di nava çepên Tirkan de cih digirtin. Bi navê Kurdîtiyê ti xebat tinebû.
Ewrên reș bi mij û moran xwe pêça bû li ser xaka Kurdistanê. Kurdîtî bûbû xeyal û hatibû ji bîrkirin. Bi kesî re cesaret û hêviyên vejînê nemabû."
MŞD'ê ragihand ku xortên bi xîret, jîr û zana ketin nava lêkolînekê û got, "Van xortan gotin, 'Welatek heye, navê wî Kurdistan e, lê bê tevger û bê xwedî ye. Xwedîderketina li rastiyê, bedelên wê giran e'. Ew qehreman, mêrxas, egîd Serok Apo bû. Bi komek ji hevalên xwe gomlegê jia gir li xwe kirin û ketin nava tevgerê. Di demeke kin de heval û hogrên rastiyê zêde bûn. Vê meşê bala her kesî kişand ser xwe. Bêguman bala artêşa Tirk zêde kişandibû."
MŞD'ê êrîşên dewletê yên li hemberî koma Apoyiyan bibîr xist û got, "Li bajarê Dîlokê şoreşgerê enternasyonal Hakî Karer kuştin.
Koma Apoyiyan ji bo li doza Hakî û soza rizgariyê xwedîderkeve, pêwist bû bersivekê bide. Di 27'ê Mijdara 1978'an deli gundê fîsê PKK hat damezrandin û ev yek bu bersiva mezin û mizgîniya azadiyê ji bo gelê Kurd.
PKK'ê jiyan da ruhê mirî, keer bi guh kir, kor bi ronahî kir. PKK'ê dîroka bexwedan û serketinê nivîsand. Di vê rêya bi şeref de gelek şehî da. PKK'ê bala cîhanê kişand ser Kurd û Kurdistanê. PKK'ê bi komar û artêşa Tirk re da qebûlkirin ku Kurd û Kurdistan heye."
MŞD'ê salvegera damezrandina PKK'ê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hemû şervanên azadiyê, li malbatên şehîdan, gelê Kurd û tevahiya gelê bindest pîroz kir.