Di rêya Kastîlo de du wesayîtên çeteyan hatin rûxandin

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku çeteyên El Nusra li ser rêya Kastîlo li hemberî çeperên hêzên YPG’ê êrîşek pêk anîne, di encama pevçûnên dijwar de 2 wesayîtên leşkerî tevî çeteyên tê de hatine rûxandin.

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku 24’ê Mijdarê çeteyên El Nusra li bakurê Helebê li ser rêya Kastîlo li hemberî çeperên hêzên YPG’ê êrîşek pêk anîne, di encama pevçûnên dijwar de 2 wesayîtên leşkerî tevî çeteyên tê de hatine rûxandin.

Navenda Çapemeniya YPG’ê ya daxuyaniyeke nivîskî weşand got: “24’ê Mijdarê li bakurê Helebê çeteyên El Nusra li ser rêya Kastîlo li hemberî çeperên me êrîşek pêk anîne. Hêzên me ku heman kêliyê mudaxele kirine li herêmê pevçûnên dijwar rû dane. Di encama pevçûnan de 2 wesayîtên çeteyan tevî çeteyên tê de hatine rûxandin. Di pevçûnan de her wiha 2 çete jî hatine kuştin.

Li hemberî çeteyên El Nusra yên li Taxa Şêx Meqsûd a Helebê li dijî gelê sivîl êrîşên xwe zêde kirine operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyon bi armanca xetên lojîstîn û sewqkirinê yên stratejîk ên çeteyên El Nusra bi kar tînin werin kontrolkirin hatiye lidarxistin.

Di navbera komên çete û hêzên me de cih bi cih pevçûn didomin.”