KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Pêşmerge: Em serbilind in ku bi gerîlayên PKK'ê re li heman çeperê şer dikin
Pêşmergeyên li eniya Kerkûkê ya Başûrê Kurdistanê şer dikin anîn ziman ku ew pê serbilind in bi gerîlayên HPG û YJA Starê re li heman çeperê li dijî dijminê Kurdan şer dikin. -
MDDP: PKK'ê perspektîfa demokrasiyê kir malê gelan
MDDP'ê di daxuyaniya xwe ya li ser salvegera damezrandina PKK'ê de got, "PKK'ê perspektîfa demokrasiyê kir malê gelan û ket nava lêgerîna sîstemeke alternatîf. Ev lêgerîn li Rojava tê dîtin." -
Li Derîkê ‘Qedexeya derketina kolanan’ hat îlankirin
Piştî ku li Nisêbînê qedexeya derketina kolanan piştî 14 rojan hate rakirin, li Dêrikê ji bo rojekê qedexe hate îlankirin. -
Li Nisêbînê ‘Qedexeya derketina kolanan’ hat rakirin
Li Nisêbînê qedexeya derketina kolanan ya di 13'ê Mijdarê de destpê kir, piştî berxwedana gelê Nisêbînê ya 14 rojan hate rakirin. -
Di pevçûna navbera pêşmergeyan û cemaeta Êzidiyan de herî kêm 4 kes mirin
Îro danê êvarî li gundê Qambûsî yê li başûrê Şengalê di navbera cemaeta Şêx Xeyrî ya cemaeta Êzidî (Yekîneyên Şêx Xeyrî) û hêzên taybet ên PDK’ê hêzên Zîrevan de pevçûn derket. -
PDPKS ji ENKS’ê vekişiya
Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê (PDPKS) xwevekişandina xwe bi awayekî fermî ji Encûmena Niştîmanî Kurdî Sûrî (ENKS) ragihand û 14’emîn Kongreya Partiyê de Ebil Hemîd Hec Derwîş wek Sekreterê Partiyê hat hilbijartin. -
Balafirên şer ên Tirk herêmên gerîlayan bombe kirin
Balafirên şer ên Tirk girê Zendûra yê li sînorê Metîna ya girêdayî Herêmên Parastinê yên Medya ji saet 19.20’an şûn ve bi awayekî zêde bomberdûman kirin. -
YPG: Du helîkopterên li asîmanê Kantona Cizîrê digeriyan ber bi sînorê Tirkiyeyê ve çûn
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku şevê din 2 helîkopterên leşkerî li ser asîmanê Kantona Cizîrê hatine dîtin. -
Gelê Nisêbînê: Êdî bes e Erdogan, em qedexeya te nas nakin
Li hember qedexeya kolanan a li Nisêbînê û êrîşên hêzên dewletê Nisêbînî daketin kolanan û ev peyam dan: “Erdogan, êdî bes e, em ne te ne jî qedexeya te nas dikin.” -
KCK’ê salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kir
KCK got: "Em bang li hemû gelê xwe û dostên wan dikin ku di van rojên damezrandina PKK’ê de xwedî li gelê me yê li Cizîr, Nisêbîn, Gever, Farqîn, Sûr, Silopiya û li her cihê Kurdistanê li ber xwe dide xwedî derkevin û rabin ser piyan." -
Nasnameya 3 şervanên azadiyê hat aşkerakirin
Nasnameyên 3 şervanên YPG’ê yên li herêma Hesekê jiyana xwe ji dest dan hatin aşkerakirin. -
Polîsan li Wanê êrîşî gel kirin
Li Taxa Xaçort a Wanê, ciwan ji bo êrîşên li Gever û Nisêbînê protesto bikin daketin kolanan. Polîs bi çek û bombeyên gazê êrîşî ciwanan kir. -
Ji HPG û YJA Starê çalakî
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku hêzên gerîla li Gabarê ji du baskan ve li hemberî artêşa Tirk çalakî pêk anîne. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku li navçeya Mêrdîn Kerboranê jî derb li wesayîteke zirxî hatiye xistin. -
Fermandara YJA Starê Aryen Cûdî jiyana xwe ji dest da
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku Aryen Cûdî di 18'ê Mijdarê de jiyana xwe ji dest daye. -
Şervanê YPG’ê Şehnazî spartin axê
Cenazeyê Ferşat Şehnazî (Hamza Çiya) yê YPG'î ku li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de ji cîgera xwe nexweş ket û li Rihayê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da li Wanê ji aliyê hezaran ve hate definkirin. -
Aslan ê HDP’yî: Yekîneyên qesrê hildiweşînin, dişewitînin û talan dikin
Parlamenterê HDP’ê Mehmet Alî Aslan: Bi nêzîkatiyên herî hovane û barbar êrîşî bajarên me dikin. Ne tenê ev, li gundên Suryaniyan jî yên li Bagokê operasyonên leşkerî pêk tînin, bombe dikin. Ev yekîneyên qesrê her cihî hildiweşînin, dişewitînin. -
Êrîşên çeteyan û artêşa Tirk ên li dijî Rojava didomin
Êrîşên hevdemî yên artêşa Tirk û çeteyan ên li hemberî Rojavayê Kurdistanê dewam dikin. Li Efrînê jî di çalakiyên şervanên YPG/YPJ'ê de 3 çete hatin kuştin. -
Hevşaredarê Nisêbînê Kok: Em ê êdî qedexeyê nas nekin
Hevşaredarê Nisêbînê Cengîz Kok ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku dewlet qedexeyê ranake, lê ew ê bi xwe qedexeyê rakin. -
Wê jinên azad neteweya demokratîk ava bikin
Gerîlayên HPG yên ku di çeperên şer ên Kerkûkê de cihê xwe digrin û ev nêzî salek û nîv e li hember çeteyên DAIŞ’ê parastina welatê xwe dikin li ser 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Şîdeta li Dijî Jinê axivîn. -
Civyan: Divê civaka me ya Êzidî vegere Şengalê
Fermandarê HPG'ê yê Şengalê Egîd Civyan: Girîng e civaka me ya Êzidî ya koç kiriye, vegere. Bi taybetî em bang li jin û ciwan dikin ku vegerin Şengalê û Şengalê biparêzin. -
Gelê Nisêbînê dest bi meşê kir
Li Nisêbînê, qedexeya derketina derve di roja 13. de dewam dike. Gelê Nisêbînê ji bo şermezarkirina qedexeyê û protestokirina êrîşên hêzên dewleta Tirk, dest bi meşê kir. -
'Sûîqesta li dijî Demîrtaş wê rê li ber bandora pepûle veke!'
Hevserokê Egîtîm-Sen Şaxê 1. ê Amedê Yildirim Arslan, Hevseroka Odeya Mîmaran a Amedê Roza Zumrut û Hevserokê Şaxê SES'ê yê Amedê Ramazan Kaval, terora AKP'ê nirxandin. -
MLKP: Em ê hesap ji çeteyên DAIŞ’ê yên jinan dikin hedef bipirsin!
MLKP Rojava KKO, banga pêşxistina xweparastin û berxwedanê li jinan kir. -
PKK: Di sala 38. de em bi berxwedana topyekûn re jiyana azad û demokratîk ava bikin
Komîteya Rêveber a PKK'ê 37. salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kir û bang li tevahiya gelê Kurdistanê, pêşengiyên mirovahiyê û berxwedêrên têkoşîna sosyalîzm û şoreşê kir, ku tevlî berxwedana li Kurdistanê bibin. -
Muslim: Li herêmên Rûsyayê bombebaran dikirin komên cîhatger hene
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim xistina balafira Rûsyayê ji aliyê Tirkiyeyê ve ji RS FM’ê re nirxand û got; "Hesasiyeta Enqereyê ya li hemberî Tirkmenan ne raste, ji ber ku li herêma mijara gotinê komên cuda yên cîhatgeran hene."