BI DÎMEN

'Sûîqesta li dijî Demîrtaş wê rê li ber bandora pepûle veke!'

Hevserokê Egîtîm-Sen Şaxê 1. ê Amedê Yildirim Arslan, Hevseroka Odeya Mîmaran a Amedê Roza Zumrut û Hevserokê Şaxê SES'ê yê Amedê Ramazan Kaval, terora AKP'ê nirxandin.

Hevserokên odeya pîşeyî û sendîkayên li Amedê diyar kirin ku terora AKP'ê roj bi roj zêde dibe û destnîşan kirin, ku ew ê vê yekê qebûl nekin. Hevserokan nerazîbûn nîşanî sûîqesta li hemberî Demîrtaş dan û xwestin di çarçoveya Mutabaqata Dolmabahçeyê de çareseriyek bê dîtin.

Hevserokê Egîtîm-Sen Şaxê 1. ê Amedê Yildirim Arslan, Hevseroka Odeya Mîmaran a Amedê Roza Zumrut û Hevserokê Şaxê SES'ê yê Amedê Ramazan Kaval, terora AKP'ê nirxandin.

Terora AKP'ê, piştî sivîlan niha gefê li jiyana parlamenter û şaredaran jî dixwe. Asta komkujiyê gihaştiye êrîşa li hemberî hevserokan.

Hevserokê Egîtîm-Sen Şaxê 1. ê Amedê Arslan diyar kir ku çavkaniya bûyerên şîdetê yên roja îro, hikûmeta AKP'ê ye û destnîşan kir ku bûyerên şîdetê yên ku AKP'ê bi hilbijartinên 7'ê Hezîranê re da destpêkirin, ji bûyerên li Rojhilata Navîn û Rojava diqewimin necudatir e.

Arslan ragihand ku konsepta êrîşê ya AKP'ê ji bombekirina goristanan heta êrîşa bombeyî ya li Enqereyê xwedî çarçoveyeke gelekî berfireh e û got, "Tevî êrîşên li hemberî gel, li Cizîr, Nisêbîn, Gever û Farqînê, li hemberî parlamenterên HDP'ê êrîş hatin kirin. AKP bi van êrîşan re nîşan dide ku ew vîna gel nas nake."

'WÊ RÊ LI BER BANDORA PEPÛLE VEKE'

Arslan hewldana sûîqestê ya li hemberî Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş şermezar kir û got, "Hewldana sûîqestê ya li hemberî Selahattîn Demîrtaş wê rê li ber bandora pepûle veke û bahozekê biafirîne. Li hemberî wekîlên me û rêveberên me, şîdeteke ku dikare bibe sedema mirinê tê kirin. Em vê polîtîkaya şîdetê ti carî qebûl nakin."

'BI RÊYA ORGANÊN XWE YÊN WEŞANÊ, GEL WEKE TERORÎST ÎLAN DIKE'

Hevseroka Odeya Mîmaran a Amedê Zumrut jî diyar kir ku AKP û dewlet yekser êrîşî gelê sivîl ê Kurd dikin û bi rêya organên xwe yên weşanê jî gel weke 'terorîst' îlan dike. Zumrut bal kişand ser qedexeya derketina derve ya li Nisêbîn û got, "Ya ku dewlet dixwaze li Nisêbînê bike, ji holê rakirina îlana xwerêveberiyê ye. Ji ber vê yekê êrîşî gelê Kurd dike."

'LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE Û EM Ê QEBÛL NEKIN'

Zumrut da zanîn ku dewleta Tirk nikare xwe li vîna gelê Kurd rabigire û got, "Hewldana sûîqestê ya li hemberî Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, her wiha êrîşa li dijî Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, êrîşên li hemberî Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Emîne Ayna, asta xweranegirtinê ya hikûmeta AKP'ê radixe pêş çavan. Weke odeyên ji pêkhateyên platforma ked û demokrasiyê, em vê yekê bi awayekî zelal dibêjin; em ê êrîşên li dijî mirovahiyê yên li hemberî nûnerên gel, qebûl nekin."

KAVAL: DIVÊ DI ÇARÇOVEYA MUTABAQATA DOLMABAHÇEYÊ LI HEV BÊ KIRIN

Hevserokê Şaxê SES'ê yê Amedê Kaval bal kişand ser hewldana sûîqestê ya li hemberî Demîrtaş û got, "Hêvîdarim ku ev sîstem, bi qasî ku êrîşî lîderê partiyekê bike har nebûye. Ji ber ku eger hêza li pişt vê sûîqestê bi rastî jî dewlet e, wê ev yek rewşeke gelekî tirsnak bi xwe re bîne."

Kaval anî ziman ku weke rêxistinên civakî yên sivîl ew ê nêzîkatiyên antî demokratîk û şîdetê qebûl nekin û got, "Em hêvîdarin ku pêvajo wê êdî bi vî rengî nedome. Beriya niha li pêşiya kamerayan mutabaqatek ji deh xalan hat xwendin. Heta ku di çarçoveya vê mutabaqatê de li hev neyê kirin, wê şer bi vî rengî dewam bike. Di vî şerî de wê Tirk û Kurd qezenç nekin."