BI DÎMEN

Pêşmerge: Em serbilind in ku bi gerîlayên PKK'ê re li heman çeperê şer dikin

Pêşmergeyên li eniya Kerkûkê ya Başûrê Kurdistanê şer dikin anîn ziman ku ew pê serbilind in bi gerîlayên HPG û YJA Starê re li heman çeperê li dijî dijminê Kurdan şer dikin.

Pêşmergeyên li eniya Kerkûkê ya Başûrê Kurdistanê şer dikin anîn ziman ku ew pê serbilind in bi gerîlayên HPG û YJA Starê re li heman çeperê li dijî dijminê Kurdan şer dikin.

Bi wesîleya 37. salvegera damezrandina PKK'ê, pêşmergeyên ji ANF'ê re axivîn diyar kirin ku damezrandina PKK'ê ji bo gelê Kurd tê wateyeke dîrokî.

'PKK 37 SAL IN TÊKOŞÎNEKE BÊHEMPA DIMEŞÎNE'

Fermandarê Bolukê yê Pêşmergeyan Mulazim Ezîzî da xuyakirin ku PK 37 sal in ji bo azadiya Kurdistanê têkoşîneke bêhempa dimeşîne û bi saya vê têkoşînê gihaştiye wê astê ku li çar parçeyên Kurdistanê karibe şer bike. Ezîzî got, "Ez 37. salvegera damezrandina PKK'ê pîroz dikim. Tevgera PKK'ê ev 37 sal in li çar parçeyên Kurdistanê berxwedaneke mezin dimeşîne. Di nava 37 salan de bi hezaran şehîdên leheng da. Têkoşîna PKK'ê di rêya azadiya Kurdistanê de dimeşîne, bû wesîle ku gelê Kurd li tevahiya cîhanê bê dîtin. Gerîlayên PKK'ê, ji roja destpêkê ya gefa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî Başûrê Kurdistanê û vir ve, li çeperên herî pêş têdikoşin. Gelek gerîla di vê berxwedanê de şehîd ketin. Di avêtina çeteyên DAIŞ'ê ji xaka Kurdistanê de, rola têkoşîna gerîlayên PKK'ê diyarker e. Ji bo me cihê rûmet û serbilindiyê ye ku bi gerîlayên PKK'ê re li heman çeperê li dijî dijmin şer dikin."

'DÎROKEK TÊKOŞÎNÊ YA BÊNAVBER'

Pêşmergeyê bi navê Neqî Brayî jî ragihand ku PKK xwedî dîrokeke bê navbera a têkoşînê ya bi heybet e û 37. salvegera damezrandina PKK'ê li gelê Kurd û gerîla pîroz kir. Brayî bal kişand ser têkoşîna demdirêj a PKK'ê û got, "PKK'ê 37 sal bi hêsanî derbas nekir. PKK li çar parçeyên Kurdistanê xwedî dîrokeke têkoşînê ya bênavber e. Ji çar parçeyên Kurdistanê şehîdên xwe heye. Ev demeke dirêj e tevî gerîlayên PKK'ê em li heman çeperê li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin. Pêşmerge û gerîla i heman çeperê, li heman eniyê şer dikin û ev yek gelekî girîng e. Girîng e ev yekîtiya li dijî dijminê Kurdan, li parçeyên din ên Kurdistanê jî bidome."

'RASTÎ LI GERMIYAN, ŞENGAL Û KERKÛKÊ DERKET HOLÊ'

Fermandarê Bolukê Rayîd Îbrahîm Mihemed jî da zanîn ku PKK ji komeke biçûk gihaşt hêza ku dikare li çar parçeyên Kurdistanê şer bike û ev rastî di şerê li hemberî DAIŞ'ê de îro bêhtir derketiye holê. Mihemed 37. salvegera damezrandina PKK'ê li gelê Kurd û şehîdan pîroz kir û got, "PKK xwedî du artêşên gerîla yên fedaî HPG û YJA Starê ye. Gerîlayên PKK'ê ev sal û nîveke li Başûrê Kurdistanê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin. Gerîlayên PKK'ê di wê astê de ye ku li ku derê dibe bila bibe, amade ye wezîfeya xwe ya welatparêziyê bi cih bînin. Ev rastî li eniyên Germiyan, Şengal û Kerkûkê baştir derket holê."

'ÇETEYÊN DAIŞ'Ê JI ALIYÊ HÊZÊN PKK'Ê VE HATIN ŞIKANDIN'

Hîwan Hesen Îsmaîl jî bi pîrozkirina salvegera damezrandina PKK'ê dest bi axaftina xwe kir û anî ziman ku şerê gerîlayên PKK'ê yê li hemberî DAIŞ'ê û serketina gerîlayan, cesaret daye hêzên din. Îsmaîl destnîşan kir ku ew serbilind e bi gerîlayên PKK'ê re li heman çeperê li dijî dijminan şer dike. Îsmaîl da zanîn ku gerîlayên PKK'ê nîşanî tevahiya cîhanê dane ku çeteyên DAIŞ'ê dikarin werin têkbirin û got, "Eger îro ji bejahî ve li dijî çeteyên DAIŞ'ê şerek dikare bê meşandin, ev yek bi saya hêzên PKK'ê ye. 

'WAN ÇAWA LI CEM ME CIH GIRTIN, DIVÊ EM JÎ LI CEM WAN CIH BIGIRIN'

Fermandarê Tabûra Alaya 106. Muqaddem Sûad Xerîb jî diyar kir ku ew bawer e wê PKK sala 38. a têkoşînê bi serketinê re tacîdar bike û 37. salvegera damezrandina PKK'ê li gelê Kurd pîroz kir. Xerîb anî ziman ku têkoşîna PKK'ê ya ji bo parastin û azadkirina Şengal, Mexmûr, Daquq û Kerkûkê ji bo gelê Kurd gelekî watedar e û got, "Di her şert û mercan de wan li cem me cih girtin, lewma dixwazim bêjim ku em ê jî bi wan re bin. Ev sal wê bibe sala avakirian yekîtiya gelê Kurdistanê û avakirian Kurdistana mezin. Di vî warî de careke din wezîfeyên girîng dikevin ser milê PKK'ê. Û bawerim ku wê van wezîfeyan mîna her carê bi ser bixîne."

...