Gerîlayên HPG yên ku di çeperên şer ên Kerkûkê de cihê xwe digrin û ev nêzî salek û nîv e li hember çeteyên DAIŞ’ê parastina welatê xwe dikin li ser 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Şîdeta li Dijî Jinê axivîn.
GULAN AVRÊL
KERKUK
çarşem, 25 sermawezê 2015, 13:28
Gerîlayên HPG yên ku di çeperên şer ên Kerkûkê de cihê xwe digrin û ev nêzî salek û nîv e li hember çeteyên DAIŞ’ê parastina welatê xwe dikin li ser 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Şîdeta li Dijî Jinê axivîn û gotin; “PKK partiya jinê ye. Em bi xwe jî ji bo xwe paradîgmaya Rêber Apo ya bîrdoziya rizgariya jin esas digrin û xwe dinirxînin.”
Gerîlayên HPG diyar kirin ku jixwe avabûna PKK’ê li ser azadiya jinê ye û gotin: “Em jî weke milîtanên Rêber Apo li ser bingeha felsefe, bîrdozî û paradîgmaya azadîxwaziya jinê xwe dest digirin û dinirxînin.”
PÊWÎSTE HER ROJ BIBE ROJA TÊKOŞÎNÊ
Gerîlayê HPG Andok Serhildan got: “Ev têkoşîn pêwîste tevahî jiyanê were pêşxistin. Tenê mirov têkoşînê bi vê rojê re sînordar bihêle wê şaş be. Em baş dizanin ku di şexsê jinê de tevahî civak bi taybetî jî zilam hatiye xistin. Hişmendiya zilamê serdest tişta ku li ser jinê ferz dike li ser tevahî mirovahî bi giştî gerdûnê jî ferz kir û xist dibin desthilatdariya xwe de. Di ew hişmendiya pênc hezar salan de ti guhertin pêş neketiye, berevajî kûrtir û qirêjtir kiriye. Hişmendiya zilamê serdest baş dizane ku eger jin bixe wê karibe tevahî mirovahî yê bixe.”
Gerîla Andok bal dikşîne li ser xasûkî û fîlebaztiya zilam a ku jin dixe kemînê de û di şexsê jin de tevahî civakê xistiye kemînê de. Di heman demê de dibêje pêwîste zilam jî xwe nexapîne û baş xwe nas bike ku ew hişmendiya wan yê qirêj û xeternak bi xwe re çi tîne. Gerîla Andok bi vê awayî dawî li gotinên xwe anî; “Ji bo me paradîgmaya Rêber Apo ya bîrdoziya rizgariya jin gelek girînge em ji bo xwe jî jiyanî digrin dest. Em wek kesayet jî xwe di vê aliyê de dest digrin û lêpirsînan re derbas dikin. Ji ber em di wê baweriyê de ne ku wê bi jinên azad re cîhan ji nû de were avakirin.”
TEVGERA PKK’Ê TEVGERA JINÊ YE
Gerîlayê bi navê Serhed Dîgor jî ji bo vê rojê van gotinan bi lêv dike; “Em jî weke gerîlayên hêzên parastina gel li hember çeteyên DAIŞ yên ku bi hişmendiya zilamê serdest hatiye avakirin cihê xwe di çeperên şer yên Kerkûkê de dimînin. Bi rastî jî tevgera PKK’ê tevgera jinê ye. Ji bo vê em di wê baweriyê de ne ku jin çiqasî azad bibe wê mirovahî jî azad bibe û rizgar bibe.” Serbest di nava gotinên xwe de bal dikşîne ser azadiya civakê û dibêje azadiya civakê di azadiya jinê de derbas dibe. Ji bo vê jî heya dawî têkoşîn bidin meşandin.
Gerîla Serbest dibêje ev pirsgirêka tê jiyîn mirov tenê weke pirsgirêka jin bigre dest wê gelek şaş be. Ji bo vê erk û berpirsiyariyên gelek mezin dikeve li ser milê me tevahiya. Serbest dibêje; “Ev pirsgirêk di bingeh de ya zilame ji ber ya ku jin û tevahî mirovahiyê xistiye ve rewşê de zilam bi xwe ye. Ji bo vê weke ku Serokatiya me jî dibêje pêwîste beriya her tiştê zilam xwe azad bike. Em baş bizanin eger jin jiyan be ew dem heya jin azad nebe jiyan jî azad nabe.” Dîgor di dawî de van gotina bi rêz dike; “Em bi zanabûyîna felsefe û birdoziya Rêber Apo tevbigerin. Ew dem wê tevahî mirovahî azad bijîn.
PÊWÎSTIYA HERÎ BINGEHÎN PÊŞXISTINA XWEPARASTINÊ YE
Gerîla Şiyar Serhed jî dibêje êrişên ku tê meşandin birdoziye ji bo vê jî pêwîste têkoşînek birdozî û zanabûyîn jî were pêşxistin. Bêguman tundîtiya li ser jin şêwazên xwe yê cûda hene. Ev tunditî di heman demê de li ser mirovahiyê jî pêş dikeve. Şiyar got: “Pêwîstiya herê bingehîn ji bo jin, mirovahî yê xweparastin pêşxistin û xwe têde kûrkirin e. Bi rastî jî ev tundîtî ne tenê di aliyê fizîkî de pêş dikeve beriya her tiştê li ser derûniya jin bandorên gelek mezin dide ava dike. Ev jî li ser mirovahiyê ferz dike. Bêguman ev li ser zilam jî tê meşandin bila zilam jî xwe ne xapîne. Şaşitiyê herê mezin eve zilam xwe cûda digre dest. Şiyar bi van gotinên xwe re dawî li gotinên xwe tîne; “Bila beriya her tiştî zilam xwe rizgar bike, xwe ji qirêjiya hişmendî û pergala zilamtî û serdestiyê rizgar bike. Li hember vê jî pêwîste jin dinava têkoşînê debe.”
AZADIYA JINÊ AZADIYA TEVAHÎ MIROVAHIYÊ YE
Kemal Evîn jî dibêje her çiqasî ev roj weke rojek sembolîk bejî lê pêwîste her roj jin û mirovahî ji bo jiyan û pêşeroja xwe li hember hişmendî û pergala baviksalarî di nava têkoşîn û berxwedaniyê de be. Gerîla Kemal bi vê awayî gotinên xwe bi lêv dike; “Di tevahî şoreşande pirsgirêka jin ji ne dîtine hatine û ji piştre hiştine ji bo vê jî ew şoreş hilweşiya ya. Ji ber pirsgirêka sereke û bingehîn ya jine. Pêwîste em xwe di vê aliyê de zanabikin. Ger têkoşînek pêşbikeve jî tenê ne jin pêwîste zilam jî vê têkoşînê bide meşandin.”
Gerîla Kemal di dawî de wiha dibêje; “Ger wê azadiyek hebe wê ev bi azadiya jinê re pêş bikeve. Em jî weke milîtanên PKK xwe li ser vê bingehê her roj perwerde dikin û lêpirsînan re derbas dikin. Em dibêjin azadiya jinê azadiya tevahî mirovahiyê ye.”