MLKP: Em ê hesap ji çeteyên DAIŞ’ê yên jinan dikin hedef bipirsin!

MLKP Rojava KKO, banga pêşxistina xweparastin û berxwedanê li jinan kir.

Rêxistina Jinan a Komunîst a MLKP Rojava (KKO), bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Hemberî Şîdeta li Dijî jinan daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Li hemberî şîdeta dewletê ya zilamê serwer, meşaleya berxwedanê ya Xwişkên Mîrabel vêxist, bi Arîn û Saryayan gur dibe. Jinên li Rojava, Bakurê Kurdistanê bi berxwedana pêş xist bûn sembol mîraseke têkoşînê ya mezin hiştin bûn nemir, dibin nemir.”

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: 

'EM JI QATILÊN DAIŞ’Ê HESAP DIPIRSIN, EM Ê BIPIRSIN'

“Li hember tarîtiya emperyalîzm, paşverûtiyê ev çar salên ku tehdîdên li dijî Şoreşa Rojava ya ji gelên tên pelçiqandin re bûye ronahî berdewam dikin, êşên şer herî zêde jinan kişand. Ji ber vê hêrsa me jî berxwedana me jî mezin e.

Berê lûleyên çekên me li haydûtên emperyalîst û çeteyên li hember me rakirine yên faşîst ên DAIŞ’ê ne. Em di parastina şoreşa xwe ya Rojava ya ji gelên li ser singa Rojhilata Navîn jidayikbûne û jinên tên pelçiqandin re bûye hêvî de ne, em di avakirina wê de ne. Li Rojava û Şengala ku gav bi gav tê azadkirin, wek jinên li çeperên herî pêş şer dikin, em di nav hizûrê de ne ku soza me dabû jinên şehîdên şoreşê, em gav bi gav bi cih tînin. Em di nav govenda azadiyê ya berxwedêrên jin de ne ku di nav kêfxweşiya jinên Êzidî yên vedigerin Şengala Azad de xwedî par in. Di pêngava Holê, çepera Hesekê, gund bi gund paqijkirina çeteyên DAIŞ’ê ve em axa Rojava azad dikin. Em ji qatilên DAIŞ’ê yên bi êrîşên şîdet, tecawizê herî zêde jinan hedef digire hesab dipirsin û em ê bipirsin.”

BANGA LI JINAN

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Şoreşa Rojava banga mezinkirina xweparastinê, li hember şîdeta zilam bi berxwedanê azadbûnê li hemû jinên cîhanê dike.”