MDDP: PKK'ê perspektîfa demokrasiyê kir malê gelan
MDDP'ê di daxuyaniya xwe ya li ser salvegera damezrandina PKK'ê de got, "PKK'ê perspektîfa demokrasiyê kir malê gelan û ket nava lêgerîna sîstemeke alternatîf. Ev lêgerîn li Rojava tê dîtin."

Partiya Guhertina Demokratîk a Mezopotamyayê (MDDP) daxuyaniyeke nivîskî weşand û li ser navê gelên Asûrî-Suryanî-Keldanî, 37. salvegera damezrandina PKK'ê silav û pîroz kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Bi wesîleya vê roja girîng, em gelê Kurd ê bi rûmet, berxwedêr û leheng û Birêz Ocalan ji dil û can silav dikin û we pîroz dikin. Bi taybetî em şehîdên ku di afirandina vê rojê de di dil, ruh û mejî de bûne abîde, bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin."
MDDP'ê ragihand ku PKK a 37 sal in li hemû qadên jiyanê bi lehengî li ber xwe dide, di roja îro de gelê Kurd di nava polîtîkaya Rojhilata Navîn de veguherandiye aktorê herî girîng û got, "Perspektîfa demokrasiyê kiriye malê gelan û ketiye nava lêgerîna sîstemeke nû ya alternatîf. Ev lêgerîna sîstema demokratîk li qada Rojava tê dîtin. Lewma yekemcar e li welatê Sûriyeyê gel, ol, mezheb, bawerî û çand di nava lêgerîna li vê sîstema demokrasiyê de bi hev re tevdigerin."
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser bandora têkoşîna PKK'ê li ser civaka Asûrî-Suryaniyan û hat gotin, "Ji destpêkê heta roja îro, çawa ku PKK'ê pêşî li têkoşîna şoreşgerî û hemû gelan vekiriye, ji bo gelê me yê ku Qirkirin/Seyfo 1915 bi serî de hat, zemînek rêxistinbûna vîna xwe afirandiye. Ji ber vê yekê weke neteweyeke mafên xwe tê binpêkirin, em van pêşketinên dîrokî, hêja û bi rûmet ên ji aliyê PKK'ê ve hatine afirandin dibînin. Lewma em PKK'ê weke rêya rizgariya wekhevî, azadî û demokratîk a gelan dinirxînin!
Em, dewleta Tirk a faşîst a hewl dide pêşî li jiyana demokratîk a herêmê, pêşî li gelê Kurd û gelên herêmê bigire, lenet dikin!
Em bang li welat û raya giştî ya xwedî hestên berpirsyariyê dikin: Polîtîkayên bi pêşengiya Erdogan ê faşîst, ku destekê dide DAIŞ'ê, bisekinînin.
Bi vê wesîleyê, em bang li dewleta Tirk dikin ku bi PKK'ê re agirbesteke dualî ragihîne, bi Birêz Ocalan re di nava mercên wekhev de muzakereyeke samîmî bimeşîne."