Li Nisêbînê ‘Qedexeya derketina kolanan’ hat rakirin
Li Nisêbînê qedexeya derketina kolanan ya di 13'ê Mijdarê de destpê kir, piştî berxwedana gelê Nisêbînê ya 14 rojan hate rakirin.

Li navçeya Nisêbîn a Mêrdîne, qedexeya derketina kolanan yi di 13'ê Mijdarê de hate îlankirin û 14 roj bênavber berdewam kir, îro hate rakirin. Di qedexeya herî demdirêj a li Kurdistanê de, 9 welatî ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin û hin ji wan bi giranî ji 20'î zêdetir welatî jî birîndar bûn. Gelê Nisêbînê jî li hemberî êrîşên giran 14 rojan berxwedana xwe bênavber meşand.
Qeymeqamiya Nisêbînê der barê qedexeyê de daxuyaniya nivîskî weşand. Qeymeqamî diyar kir ku qedexeya di 13'ê Mijdarê de hate destpêkirin, îro saet di 08.00'an de hatiye rakirin.