KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Di rêya Kastîlo de du wesayîtên çeteyan hatin rûxandin
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku çeteyên El Nusra li ser rêya Kastîlo li hemberî çeperên hêzên YPG’ê êrîşek pêk anîne, di encama pevçûnên dijwar de 2 wesayîtên leşkerî tevî çeteyên tê de hatine rûxandin. -
'Dema pêş wê ji bo Kurdan bibe pêvajoya azadiyê'
Li Amedê komkujiyên dewlet li hemberî sivîlan dike, hat şermezarkirin. Di axaftinên li çalakiyê de hat ragihandin ku gelê Kurd wê heta serketinê têbikoşe û hat gotin, "Navnîşana çareseriyê Birêz Ocalan e." -
FKÊ salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kir
Federasyona Komeleyên Êzidiyan 37. Salvegera Damezrandina PKK’ê pîroz kir diyar kir ku bi hemû derfetên xwe, wê tevlî têkoşîn û berxwedana gelê xwe bibin. -
Rûsya garaja TIR’an a li Ezazê kir hedef
Konvoya TIR’an a ji Tirkiye derbasî Sûriye dibû duh êvarî piştî li Ezazê ji aliyê balafirên şer ên Rûsya hatin bomberdûmankirin, garaja TIR’an a li heman qadê jî bû hedefa bomberdûmana balafirên şer. -
Şêwirmendê Zelandaya Nû hat serdana Şaredariya Sûrê
Şêwirmendê Karên Siyasî yê Zelandaya Nû Ed Mcisaac hate serdana Şaredariya Sûrê ya Amedê û hevdîtin bi Wekîla Hevşaredarên Sûrê Azîze Deger Kutlu re kir. -
Balafirên şer Herêmên Parastinê yên Medya bombe kirin
Balafirên şer ên Tirk herêmên girêdayî Herêmên Parastinê yên Medya Zap, Qendîl, Xakurkê û Metîna bombe kirin. -
Çend wêneyên berxwedana Nisêbînê
Terora dewleta Tirk a li Nisêbînê dimeşîne, piştî ku qedexeya derketina derve li dû 13 rojan hat rakirin, bêhtir hat dîtin. -
Ji KCD'ê banga ji bo Nisêbînê
KCD'ê bang li rêxistinên civakî yên sivîl, partiyên siyasî û gelan kir ku piştgiriyê bidin gelê Nisêbînê. -
Yîgîtalp: Gelo li Pirsûs û Enqereyê xendek hebûn, êrîş pêk hatin?
Yîgîtalp ji ber hin derdor xwerêveberiyan bi xendakan digirin dest bi bertek e. Yîgîtalp komkujiyên li Pirsûs û Enqereyê, êrîşên li hemberî şehîdgeh û goristanan bi bîr xist. Yîgîtalp got: "Ma li van deveran xendek hebûn?” -
Ji bo rakirina qedexeya li ser PKK'ê li Elmanyayê rêze çalakî destpê dikin
Li Elmanyayê, di rojên 27-28'ê Mijdarê de, bi daxwaza 'Bila qedexeya li ser PKK'ê were rakrin, girtiyên siyasî bên berdan' çaakî tên lidarxistin. Ji bo van çalakiyan banga beşdariyê hat kirin. -
Meclîsa Êzidiyan a Şengalê salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kir
Meclîsa Êzidiyan a Şengalê 37. salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kir û da zanîn ku PKK'ê bi têkoşîn û bi hezaran şehîdên xwe re, ji mirovahiyê, azadî û wekheviyê re xizmet kiriye. -
Terora ku dewleta Tirk 14 rojan li Nisêbînê pêk anî
Li Nisêbînê piştî 14 rojan qedexeya rabû zerara ku hêzên dewletê daye jî derket holê. -
Cemîl Bayik: Tirkiyeyê ji bo DAIŞ'ê balafira Rûsyayê xist
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik got, "Xistina balafira şer a Rûsyayê ji aliyê dewleta tirk ve ne ji ber binpêkirina sînor e; ji bo astengkirina balafirên Rûsyayê ya lêxistina çeteyên hevkarê Tirkiyeyê pêk hatiye." -
Gel li Dêrikê li ber barîqatan nobedê digire
Nûnerê ÎHD’ê yê Dêrikê Abdurrahman Kizilay ê der heqê pêşketinên dawî yên navçeyê de agahî da ANF’ê diyar kir ku pira Qoser û Dêrikê digihîne hev hatiye teqandin. -
NPG’ê 37. Salvegera Damezrandina PKK’ê pîroz kir
NPG’ê 37. Salvegera Damezrandina PKK’’ê pîroz kir. NPG’ê got: “Di vê sala nû ya têkoşînê de li ser esasê rexneyên Rêbertiya me pêş xistine, em destnîşan dikin ku partîbûyûn û leşkerbûyînê teqez bi ser bixin û ji demê re bibin bersiv.” -
KONGRA GEL: Di sala 38'an de em têkoşînê xurttir bikin
Hevserokatiya KONGRA GEL bang li her kesên alîgirê jiyaneke azad û demokratîk in kir ku di sala 38. a PKK'ê de, ji bo afirandina pêşeroja hevpar a gelan, têkoşînê xurt bikin. -
Leşkerên Tirk li Sînor gelê Rojava gulebaran kirin
Leşkerên Artêşa Tirk gule berdan girseya gelê Rojava ku li ser sînor piştgiriya berxwedana Bakur dike. -
Dêrika Çiyayê Mazî li ber xwe dide
Li navçeya Mêrdîn Dêrikê, li dijî dorpêçî û êrîşên dijwar ên polîsên dewleta Tirk, Kurdistanî li ber xwe didin. -
Daqûqî: Gerîlayên PKK'ê temînata me ne
Daqûqiyan gotin, "Bi şerê fedaî yê li dijî DAŞ'ê re me dît ku PKK tevgereke çawa ye û ji bo Kurdan tê çi wateyê." -
PKK’ê ‘Şehîdên Meha Mijdarê’ bi bîr anî
Komîteya Rêveber a PKK’ê ‘Şehîdên Meha Mijdarê’ bi bîr anî û got: “Di rastiya Kurdistanê de bêyî pêşengtiya Partiyê û têkoşînê, wek mirovan jiyan ne mimkun e.” -
Li Wan, Îdir û Riha operasyonên qirkirina siyasî
Li navçeya Şaxê ya Wanê kesek hate girtin. Li Îdirê di serdegirtinên malan de 5 kes li Rihayê jî kesek hatin binçavkirin. -
Hanîfe Huseyîn: Bi xistina balafirê re polîtîkaya Tirkiyeyê bi temamî îflas kir
Endama Koordînasyona TEVDEM'ê Hanîfe Huseyîn got, "Polîtîkayên şaş ên dewleta Tirk ev çar sal in li hemberî Sûriyeyê dimeşîne, bi bûyera dawî re bi temamî îflas bûye." -
PKK tevgereke mirovahiyê ye
Endamên Komîteya Zanistî û RonakbîriYê Mûnzûr Dêrsim, Rêzan Çiyayî, Seîd Semsûr û Serhat Botan bi wesîleya 37. savlegera damezrandina PKK'ê, jiyan û felsefeya têkoşînê ya PKK'ê vegotin. -
'PKK planên hêzên hegemonîk pûç dike'
Gerîlayên PKK'ê, der barê 37. salvegera damezrandina PKK'ê de gotin, "Gelek hêzên hegemonîk ên li Rojhilata Navîn planên kirêt li ser vê erdnîgariyê kirin. Lê belê PKK'ê bi sekna xwe ya îdeolojîk ti carî li hemberî wan polîtîkayan winda nekir." -
Çiyayê Kolîk ê li Şengalê hat azadkirin - HAT NÛKIRIN
Çiyayê Kolîk herêmeke stratejîk a Rojava bi Şengalê ve girê dide. Piştî dorpêça hefteyekê çiyayê hat azadkirin niha di kontrola hêzên HPG û YBŞ’ê de ye.