FKÊ salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kir
Federasyona Komeleyên Êzidiyan 37. Salvegera Damezrandina PKK’ê pîroz kir diyar kir ku bi hemû derfetên xwe, wê tevlî têkoşîn û berxwedana gelê xwe bibin.

Federasyona Komeleyên Êzidiyan (FKÊ) bi daxuyaniya xwe ya weşand 37. Salvegera Damezirandina PKK’ê pîroz kir. FKÊ got:“Cejna vejinê li şehîdên têkoşîna demokrasî û azadiyê, li rêberê gelê Kurd, li hemû hevalên li her qada jiyanê ji bo rûmeta gelê me li ber xwe didin, li gelê Kurdistanê û civaka Êzidiyan pîroz dikin.”
FKÊ di dewama daxuyaniyê de bal kişand ser van xisûsan:
“Wek tê zanîn li ser damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK)’ê re 37 sal derbas bû. Bêguman vê dîroka giranbûha û zindî ku bi xwînê hatiye nivîsandin, mirov nikare bi hêsani bîne ser ziman.
Ji ber ku her saleke dîroka partiya me beramberî sed salin dîroka derbasbûyî ye. Di nav demê de, bûyerên qewimine, berdêlên hatine dayîn û astengiyên derketine holê mirov bi çend gotinan nikare şîrove bike.
Lê belê gelê Kurd vê dîrokê baş nas dike, dixwîne û lê xwedî derdikeve. Ji ber ku, gelê Kurd baş dizane bi damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan re û bi berdewamiya têkoşina demokrasî û azadiyê re, dîroka gelê Kurd ji nû ve hatiye nivîsandin. Gelê Kurd bû xwedi îrade, bû xwedî nasnameyeke bi rûmet û îro ji tevî hemû hewldanên tinekirinê, gelê Kurd ji her wextî bêhtir nêzî azadiyê ye.
Bi van bir û baweriyên xurt, em wek rêxistin û civaka Kurdên Êzidî, çawa heya roja îro, me hewl daye di asta herî bilind de li têkoşina xwe xwedî derkevin, ji niha pê ve jî, di vê pêvajoya girîng de ji bo azadiya Rêber Apo, ji bo jiyaneke bi rûmet û azad bi hemû derfetên xwe, em ê tevlî têkoşîn û berxwedana gelê xwe bibin.”