Meclîsa Êzidiyan a Şengalê salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kir

Meclîsa Êzidiyan a Şengalê 37. salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kir û da zanîn ku PKK'ê bi têkoşîn û bi hezaran şehîdên xwe re, ji mirovahiyê, azadî û wekheviyê re xizmet kiriye.

Meclîsa Êzidiyan a Şengalê, 37. salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kir. Di daxuyaniya Meclîsê de hat gotin, "Em, 37. salvegera damezrandina PKK'ê de di serî de gelê Kurd li tevahiya mirovahiyê pîroz dikin. Damezrandina PKK'ê û têkoşîna wê ya bi dayîna bi hezaran şehîdan re, her tim di xizmeta mirovahî, wekhevî û azadiyê ye. Ji bo afirandina demokrasiyê û wekheviya navbera zayendan pêşengî kiriye."

Meclîsa Êzidiyan a Şengalê da xuyakirin ku encamên têkoşîna PKK'ê û nirxên hatine afirandin, îro baştir tên dîtin û got, "Encamên têkoşîna hatiye meşandin îro derdikevin holê. Şitla ku beriya bi dehan salan hat çandin û bi xwîna şehîdan hat avdan, îro mezin bûye û berheman diafirîne. Vê têkoşînê, mirovahî ji pêkanînên hov ên kapîtalîzmê parastiye û ev yek îspat kiriye. Serketina Şoreşa Rojava û berxwedana Şengalê yên li ser bingeha rêbaz û ramanê Rêber Apo tê meşandin, îspata vê ye. Hêzên leşkerî yên vê têkoşînê HPG û YJA Star bi têkoşîna li hemberî DAIŞ'ê re îspat kirin ku gelên Rojhilata Navîn diparêzin û dikarin êrîşên hovane yên çeteyên DAIŞ'ê bişikînin. Ji Celawla heta Kobanê, heta Efrînê çeteyên DAIŞ'ê şikandine û bi hezaran Êzidî ji 8'ê Tebaxa 2014'an û vir ve ji nava lepên mirinê yên DAIŞ'ê rizgar kirine."

Di daxuyaniya Meclîsa Êzidiyan a Şengalê de hat gotin, "Bi vê wesîleyê, ji ber têkoşîna ewçend hêja û bi rûmet, em Rêberê Abdullah Ocalan ê ku sembola mirovahiyê ye û rêveberiya PKK'ê pîroz dikin, hemû mehkûmên azadiyê yên li zîndanan ji bo azadiyê li ber xwe didin, silav dikin. Em hemû şehîdên tevgera azadiyê bi hezaran caran silav dikin û bejna xwe bi rêzdarî li ber bîranîna wan ditewînin."