KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Ji bo şervanê YPG'ê Delîl Hesekê merasîma girseyî
Şervanê YPG’ê yê Ereb Delîl Hesekê (Xelîl Sûwadî) li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiye ya Hesekê bi merasîmek girseyî spartin axê. -
'Çeteyên Nûsra, DAIŞ û Ehrar El Şam êrîşî Efrînê dikin'
Ji Fermandarên YPG'ê Firat Xelîl da xuyakirin ku çeteyên El Nûsra, Ehrar El Şam û DAIŞ'ê li hev kirine û bi hev re êrîşî gundên Merîmîn û Anab ên Efrînê kirine. -
Tahîr Elçî ji aliyê bi sed hezaran mirovî ve tê oxirkirin-TÊ NÛKIRIN
Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî li Amedê ji aliyê bi sed hezaran mirovan ve tê oxirkirin. -
Elçî di 'navberê’ de nema, tenê polîsan gule berdan
Di dîmenên ku dema Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî hate qetilkirin, hatiye kişandin de detayek bala mirov dikişîne. Yek ji polîsên ku rasterast derdorê gulebaran dike berevajî aliyê ku ciwan direvin ve diçe. -
KCK: Elçî, ji ber ku li gorî dewletê sûcê herî giran kir, hat qetilkirin
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê got, "Serokê Baroya Amedê, ji ber ku li gorî dewletê sûcê herî giran kir, hat qetilkirin. -
Demîrtaş: Ya ku Tahîr kuşt ne dewlet e, bêdewletî ye
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, di merasîma cenazeyê Tahîr Elçî yê duh li Amedê di êrîşa çekdarî de hat qetilkirin, axivî. -
Amed bi merasîmeke girseyî Elçî bi rê dike-TÊ NÛKIRIN
Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, ku duh li navçeya Amed Sûrê hat qetilkirin, ber bi rêwîtiya dawî ve tê birêkirin. -
Li warê Elçî Cizîra Botan jiyan sekinî
Cizîra Botan cihê Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî lê ji dayik bû, bi armanca şermrezarkirina qetilkirina Elçî bêdeng bû. -
Salvegera damezrandina PKK'ê li Londonê hat pîrozkirin
37. salvegera damezrandina PKK'ê li paytexta Îngilîstan Londonê bi çalakiyeke bi heybet hat pîrozkirin. -
Qedexeya derketina derve ya li Dêrikê di roja 5. de didome
Li Dêrika Çiyayê Mazî, di roja 5. a qedexeya derketina derve de êrîşên hêzên dewletê dewam dikin. Di êrîşên duh bi şev de jinek birîndar bû. -
Gerîlayên HPG û YJA-Star bang li gelê Kurdistan ê li ber xwe dide kirin
Li hemberî şerê AKP’ê yê li tevayî Bakurê Kurdistanê daye destpêkirin gelê Kurd li her cihê lê xwedî li xwe rêveberiyên îlan kiriye derdikeve û berxwedana xwe ya bi heybet didomîne. -
Li Ezazê komkujî
Çeteyên El Nûsra û Ehrar El Şam, li gundê Tinîb ê Ezazê komkujî kirin. Çeteyan li vî gundî herî kêm 20 sivîl bi barbarî qetil kirin. -
Şerê li Şêxmesûd dewam dike
Ji ber êrîşên çeteyên El Nûsra, Ehrar El Şam û 8 komên çete yên bi wan ve girêdayî, şerê li ser rêya Kestêlo û derdora avahiyên El Şiqeyîf, dewam dike. -
Li Wanê qezayek mîna komkujiyê: 6 mirî, 5 birîndar
Li ser rêya bejahî ya Erdîş-Elcewzê, qemyonetek li kûçikek li ser rê ket û qelibî. Di bûyerê de 4 jê zarok 6 kesan jiyana xwe ji dest dan, 5 kes jî birîndar bûn. -
Sûîqesta li dijî Tahîr Elçî plankirî ye
Hiqûqnas Hasîp Kaplan û Eren Keskîn dan xuyakirin, ku hempîşeyê wan Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî ji aliyê dewleta ku ew hedef nîşan dida ve hatiye qetilkirin. -
Mêrdîn ÎHD: Qedexeya kolanan ne çareserî ye
Têkildarî qedexeya kolanan a li Dêrikê di roja 4’emîn de berdewam dike, Şaxa Mêrdînê ya ÎHD’ê daxuyaniyek weşand, diyar kir ku qedexeya kolanan ne çareseriyek e. -
Birayê Tahîr Elçî: Tenê tiştekî zelal heye; birayê min ji aliyê dewletê hate qetilkirin
Birayê Tahîr Elçî, Ahmet Elçî diyar kir ku birayê wî ji aliyê hikûmeta AKP’ê û dozgerên dewletê wek hedef dihat nîşandan û wiha got: “Tenê tiştekî zelal heye, birayê min ji aliyê dewletê hate qetilkirin.” -
Zarokê winda yê li Erdîşê mirî hat dîtin
Zarokê bi navê A.D. ê li Taxa Salihiye ya girêdayî navçeya Erdîş a Wanê dimîne û 25’ê Mijdarê piştî ji malê derket winda bû, di nav tahtan de mirî hat dîtin. -
Nûnerên Saziyên Civaka Sivîl û hiqûqnasên tên Amedê hatin astengkirin
Heyeta ji nûnerên Saziyên Civaka Sivîl û hiqûqnasan pêk tê bi armanca tevlî merasîma cenazeyê Elçî bibin ji Herêma Marmara bi otobusekê ketin rê li navçeya Maden a Elezîzê cara sêyem hatin rawestandin. -
Qetilkirina Elçî li Wanê hat protestokirin
Qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî li Wanê bi daxuyaniya çapemeniyê û çalakiya rûniştinê hat protestokirin. -
KCD’ê qetilkirina Elçî şernezar kir
KCD’ê got: “Ji bo gelê Kurd li dijî vê zîhniyeta ku tehemûla wê li hember mirovên alîgirên demokrasiyê yên wek Elçî ku ji bo aştiyê dikare destê xwe bixe bin her kevirî tineye, xwe biparêze îro li her qadan xwerêveberiya xwe yek bi yek îlan dike.” -
Li Amedê TOMA li wesayîtekê qelibî
Li Amedê TOMA li wesayîteke li ser rê qelibî. Di bûyera ku kes birîndar nebû, welatiyên hatin cihê bûyerê li hemberî polîsan nerazîbûn nîşan dan. -
Baroya Amedê: Em ê şopdarê dozê bin
Baroya Amedê diyar kir ku Elçî di beşek mezin a jiyana xwe de hewl da înfazên bê daraz, cinayên kiryar nediyar derkevin holê. -
MLKP: PKK’ê li hember dewleta faşîst gavek jî paşve navêtiye
Şervanê MLKP’ê Tûncay ê ku li Şengalê li hember çeteyên DAIŞ’ê têdikoşe wiha got: “Em 37. salvegera damezirandina PKK’ê pîroz dikin û diyar dikin ku li hember her cure êrîşên ku li hember 4 parçeyên Kurdistanê, em ê bi PKK’ê re li ber xwe bidin.” -
Hêzên dewletê li Dêrikê gel neçarî terkirina navçeyê dike
Li Dêrikê qedexeya derketina kolanê di roja 3'emîn de berdewam dike. Li ser taxên Dêrikê helîkopterên polîsan difirin û ji aliyekî din ve jî tax tên gulebarankirin.