Demîrtaş: Ya ku Tahîr kuşt ne dewlet e, bêdewletî ye

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, di merasîma cenazeyê Tahîr Elçî yê duh li Amedê di êrîşa çekdarî de hat qetilkirin, axivî.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, di merasîma cenazeyê Tahîr Elçî yê duh li Amedê di êrîşa çekdarî de hat qetilkirin, axivî.

Axaftina Demîrtaş a li merasîma cenaze bi vî rengî ye:

"Xwedê mirineke jiyan û mirineke bi vî rengî ya bi rûmet bike para me hemûyan. Ya girîng ne ew e ku em çawa hatine kuştin, ya girîng ew e ku em çawa dijîn. Em her kêliya xwe bi dilsoziya bi nirxên xwe yên pîroz re dijîn. Birêz Elçî wiha gotibû. Elçî heta kêliya dawî jî, aştî bilêv kir. Mîrateya wî ev e. Me li ser xaka xwe gelek êş dît; xwîn dît, şer dît. Me her roj cenaze rakir, em li ber deriyên morgê mezin bûn. Me ev yek weke qederek nedît, bêguman wê aştî bê xaka me. Em ê di vê de israr bikin. Gotinên dawî yên Elçî ala aştiyê ye ku em ê jî xwedî lê derkevin. Me xwîn, şer û mirin nexwest. Me xwest bi awayekî azad li ser xaka xwe bijîn.

Rastî bi êş e, lê divê hin kes rabin rastiyan bilêv bikin. Elçî yek ji wan mirovan bû ku dizanîbû bi veşartina rastiyê re mirov nagihêje ti cihî. Dayîna berdêlan divê. Şert û merc çi dibin bila bibin; wêrekî divê. Ne ku xwe li ber bê bide. Di her şert û mercî de dayîna berdêlan divê.

Elçî yek ji wan mirovan bû ku dizanîbû ew ê di nava nivînan de nemire. Ma me hemûyan bi vî rengî dest bi vê têokşînê nekirin? Ji bo zarokên me, neviyên me bi dilrehetî di nava nivînan de bimirin me canê xwe danîn holê. Wê bi vî rengî nikaribin bi me.

Mînaka ku hevsera wî ya dilovan jî anî ser ziman; wê bi deh hezaran kuştinê kiryar nediyar wî pêşwazî bikin. Hemû jî gelekî nasên hev in, çîrokên wan yek e. Mînaka xaka Kurdistanê çîrokên wan ên jiyanê jî gelekî bi êş in. Çîroka her yekî ji wan, dîroka bi êş û dîroka xaka me, yek e.

Em te emanetî Xwedê dikin. Şukir ji Xwedê re bi sed hezaran dostên me hene. Bi Kurd, Tirk, mirovên ji demokrasiyê bawer dkiin re bi sed hezaran mirov li dû te digirîn.

Ev cînayeteke siyasî ye, em bi guman in bê ronîkirin. Ji be vê endîşaya xwe jî em mafdar in. Ji ber ku heman êş gelek caran li ser vê xakê rû da. Me ti carî yek ji wan bi dilrehetî, ku wê kiryar bê girtin, oxir nekir. Ji ber ku ev dewlet ti carî nebû dewleta me hemûyan. Her kesî dewlet mîna milkê xwe bi kar anî. Ji bo bibe ya me hemûyan, ji bo bibe rêveberiya hevpar me gelekî hewl dan, em hewl didin. Lê belê gelê Kurd vê yekê baş dizane; Ya ku Tahîr kuştiye ne dewlet e, bêdewletî ye.

Ji ber ku em dizanin ku li dû serokê me yê qasidê aştiyê bi deh mîlyonan mirov hene ku dibêin 'ox, baş bûye'. Li Enqereyê rêveberî û ferasetek heye ku vê êşê hîs nake. Di vê rewşê de em ê çawa jê re bêjin rêveberiya me ye. Civakek ku di êşê de jî nikare bi hev re tevbigere, em ê çawa karibin li hev bigirin. Emanet û mîrateya Serok Tahîr gelekî giran e, lê belê gelê me dema ev bar hilgirt, wê berpirsyariya xwe ya dîrokî ji bîr neke. Heta ku karwanê azadiyê bigihêje cihê divê bigihêje, em ê bi her kesî re têkoşîna hevpar mezin bikin."