KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Êrîşên dewleta Tirk li Adigeyê hatin protestokirin
Qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî û terora dewleta Tirk a li Bakurê Kurdistanê, li Komara Adigeyê bi meşekê hat şermezarkirin. -
Li Dêrikê polîsên Tirk dest bi êrîşên giran kirin
Li Dêrikê, polîsên Tirk danê sibehê dest bi êrîşên giran kirin. Bi destpêkirina êrîşan re gelek ambûlansan berê xwe dan taxên êrîş lê tên kirin. -
Qetilkirina Elçî li Cenevreyê hat protestokirin
Qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, li Cenevreyê hat protestokirin û bal hat kişandin ser zîhniyeta qetlîamker a dewleta Tirk. -
Gerîlayan li Kerkûkê salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kirin
Gerîlayên HPG û YJA Star ên di eniyên şer ên Kerkûkê de 37.salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK)’ê pîroz kirin. -
Salvegera damezrandina PKK'ê li gelek navendan hat pîrozkirin
37. salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) li gelek welatên Ewropayê hat pîrozkirin. -
Li Nisêbînê sewqiyata wesayîtên zirxî
Li Nisêbînê beriya qedexeya kolanan taxên qedexekirî hatin dorpêçkirin, hate diyarkirin ku ji Qoser û Cizîrê wesayîtên zirxî hatin sewqkirin. -
Saziyên Dada Civakî yên Efrînê qetilkirina Elçî şermezar kirin
Saziyên Dada Civakî ya Kantona Efrînê qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî ji aliyê polîsên Tirk ve şermezar kirin. -
Li Dêrikê li hember qedexe û êrîşan çalakiya dengderxistinê
Li Dêrikê li hember qedexeya derketina kolanan a dikeve roja 5’emîn, danê êvarî çalakiya dengderxistinê hat lidarxistin. Tevayî navçe tevlî çalakiyê bû. -
‘Qetilkirina Elçî îspat dike ku dewlet bûye mafya’
Dîwana Edaletê ya KCK’ê: Der barê Elçî de ku fezleke hat amadekirin, hat xwestin bê girtin û dema ev pêk nehat jî ku hat qetilkirin, bi awayekî aşkera mafyabûna Qesr-AKP-Dewlet nîşan dide. -
Xaça Sor Tevgera Azadî ziyaret kir
Rayedarên Komeleya Alîkariyê ya Navneteweyî ya Xaça Sor (ICRC) bi rayedarên Tevgera Azadî re li Kerkukê hevdîtinek pêk anîn. -
Li Nisêbînê qedexeya derketina kolanan hat îlankirin
Li Nisêbînê ku piştî qedexeya dawî jî dorpêça hêzên dewletê berdewam dikir, cara 4'emîn qedexeya derketina kolanan a bêdem hate îlankirin. -
Artêşa Tirk êrîşî “Şehîdgeha Ronahî” ya li Şaxê kir
"Şehîdgeha Ronahî" ya li herêma Kelah a Şaxê ku ji bo bîranîna gerîlaya PKK'ê ya Elman Andrea Wolf û 23 hevalên wê hatibû avakirin, bi bombebarana hewayî re hate xerakirin. -
Qetilkirina Elçî li Qoserê hat protestokirin
Qetilkirina Serokê Baroya Amedê Prz. Tahîr Elçî di pêşengiya Nûnertiya Egîtîm Sen a Qoserê de bi meşekê hat protestokirin. -
Şervanên HSD’ê gundê Merîmîn ê girêdayî Efrînê azad kirin
HSD’ê gundê Merîmîn ê girêdayî Efrînê yê ji aliyê çeteyên El Nusra û Ahrar-û Şam ve hatibû dagirkirin azad kirin. Di pevçûnan de 8 çete hatin kuştin, 2 çete dîl hatin girtin. -
Li Daqûqê pîrozbahiya 27’ê Mijdarê
Li navçeya Daqûq a Kerkukê gel, gerîla û pêşmergeyan bi hev re 37. salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kirin. -
Li Hezroyê yek jê zarok 4 kes hatin binçavkirin
Li Hezro di encama serdagirtina malan de yek jê zarok 4 kes hatin binçavkirin. -
3 ji çeteyên ji aliyê YPG'ê ve hatin girtin Tirk in
Hêzên YPG'ê, êrîşên çeteyên DAIŞ, El Nûsra û Ehrar El Şam ên bi hev re li dijî Efrînê pêk anîn, şikandin. Hêzên YPG'ê her wiha 4 ji van çeteyan bi saxî girtin. -
Gerîlayê HPG’ê Bawer Makû li Şengalê jiyana xwe ji dest da
Fermandariya HPG’ê ya Şengal, têkildarî gerîla Bawer Makû yê 27’ê Mijdarê di encama qezayekê de jiyana xwe ji dest da daxuyaniyeke nivîskî weşand. -
Tahîr Elçî spartin axê
Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî bi merasîmeke girseyî spartin axê. Kekê Elçî Ahmet Elçî li ber gora wî axivî û got, "Doza me doza aştî, biratî, yekîtî û azadiya gelê me ye." -
Ciwanê dema bi telefonê diaxivî hat qetilkirin spartin axê
Cenazeyê ciwanê bi navê Nasîp Yeşîl ê 18 salî yê li Silopiyayê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin bi lorîkên dayika wî Sînem Yeşîl û dirûşman hat definkirin. -
Li Amedê operasyon, Zap û Heftaninê bomberdûman
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da xuyakirin ku artêşa Tirk li Amedê dest bi operasyonê kiriye. Di daxuyaniyê de têkildarî êrîşên li hember Herêmên Parastinê yên Medyayê jî agahî hatin dayîn. -
YPG'ê gundê Merîmîn ji çeteyan paqij kir
Çeteyên DAIŞ, El Nûsra û Ehrar El Şam ên ku li herêma Ezazê derbên giran ji hêzên Ceyş El Siwar xwarin, duh bi şev bi hev re êrîşî herêma Efrînê kirin. -
Polîsan li Sûrê jinek birîndar kirin
Piştî ku Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî hate qetilkirin li navçeya Sûrê qedexeya hate îlankirin berdewam dike û li vir jinek li guleya polîsan ve hate birîndarkirin. -
Gelê Dêrikê ji AKP'ê re dibêje: Ya azadî ya mirin!
Gelê Dêrikê ku li dijî êrîşên dewleta Tirk li ber xwe dide dibêje, "Em heta dawiyê li vir in û em ê ji ya xwe venegerin." -
Ji bo şervanê YPG'ê Delîl Hesekê merasîma girseyî
Şervanê YPG’ê yê Ereb Delîl Hesekê (Xelîl Sûwadî) li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiye ya Hesekê bi merasîmek girseyî spartin axê.