BI DÎMEN

Gelê Dêrikê ji AKP'ê re dibêje: Ya azadî ya mirin!

Gelê Dêrikê ku li dijî êrîşên dewleta Tirk li ber xwe dide dibêje, "Em heta dawiyê li vir in û em ê ji ya xwe venegerin."

Gelê Dêrikê ku li dijî êrîşên dewleta Tirk li ber xwe dide dibêje, "Em heta dawiyê li vir in û em ê ji ya xwe venegerin." Dêrikiyan diyar dikin ku hêzên dewletê yekser êrîşî wan dikin, lê ew jê natirsin û destnîşan dikin ku ew ê ti carî mal û welatê xwe neterikînin.

Li Dêrika Çiyayê Mazî, qedexeya derketina derve di roja 5. de dewam dike. Ji taxa Bahçelîevlerê Zelîha Geyîkoglû, Hatîn Dolek, Mahmût Has û Mehmet Karaca zor û zehmetiyên ew lê rast tên û berxwedana xwe ji ANF'ê re vegotin.

''EM JI HIKÛMETA AKP'Ê NETIRSIYAN, EM Ê NETIRSIN'

Zelîha Geyîkoglû: Pênc roj in derketina derve li me hatiye qedexekirin. Zarok, jin nexweş in; em nikarin biçin nexweşxaneyê. Nikarin madeyên xwarinê peyda bikin. Elektrîk û ava me hatine birîn. Lê belê li hemberî vê qedexeyê em ê her tim derkevin kolanan. Em ê li kolana bin, qedexe nikarin bi me, em ê bi zarokên xwe re li ber xwe bidin. Xuya ye dewlet êdî dixwaze xwîna me vexwe. Em ê li ber xwe bidin û heta dawiyê çi ji destê me bê em ê bikin. Ez ê li Dêrikê xwîna xwe birijînim, lê dîsa jî Dêrikê neterikînim. Çiyayên me û kevirên me hene, di destê me de çek nîne. Di destê me de çek nîne lê ew bi çekên giran êrîş dikin. Ê me jî, ji bilî çiya û kevirên me tiştekî me nîne. Lê em ji AKP'ê natirsin, em netirsiyan û em ê ji niha û pê ve jî netirsin.

'DAYIKÊN DÊRIKÊ WÊ DÊRIKÊ NETERIKÎNIN'

Hatûn Dolek: Înşalleh em ê ax û malên xwe neterikînin. Çi dibe bila bibe, gelê me di vî warî de bi biyar e. Em ji her tiştî re amade ne, em li vir in, em ê vir neterikînin. Em aştiyê dixwazin, gelê me aştiyê dixwaze. Bila êdî dayik bes bigirînin. Lê belê hikûmet êş û bêedaletiyê tîne serê me. Em mirovên rojên zehmet in, li vê derê gelek zorî bi serê me de hatin, me li ber xwe dan. Em ê ti carî vê derê neterikînin. Dayikên Dêrikî wê Dêrikê neterikînin.

'ÇARESERÎ BI CIH ANÎNA XWERÊVEBERIYÊ YE'

Mahmût Has: Dêrik xaka me ye. Em li vir dijîn. Em dixwazin bi xwe biryarê bidin ku bi çi rengî xwe bi rê ve bibin. Ya em ê azad bibin an jî em ê bimriin. Ji bilî vê em tiştekî din qebûl nakin. Zarokên me ji dengê çek, bombeyan ditirsin. Ev yek me aciz dike, ji bilî vê em li ser piyane û li ber xwe didin. Êrîşî gel dikin, zerarê didin. Hêzên dewletê guleyan ber didin depoyên me yên avê û bi vî rengî dixwazin me bê av bihêlin. Bang gelê Dêrikê dikim; xaka xwe neterikînin, ev ne çareserî ye. Çareserî berxwedan û bi cih anîna daxwaza xwerêveberiyê ye.

'EM YEK TENÊ JÎ BIMÎNIN, EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN'

Mehmet Karaca: Dema em ji malê derdikevin êrîş li me tê kirin. Lê dîsa jî em guh nadin qedexeyê û derdikevin kolanan. Em nikarin nexweşên xwe bibin nexweşxaneyan. Êdî bi van qedexe û komkujiyan re dewlet nikare encamê bi dest bixe. Bila êdî dewlet bes êrîşî daxwaza me bike. Em dibêjin 'xwerêveberî' dewlet me qetil dike. Em dibêjin 'aştî' dewlet me qetil dike, qedexeyan datîne. Sekvan êrîşî me dikin, kî derkeve derve guleyan berdidin. Em vê rewşê protesto dikin, qebûl nakin. Bi êrîşa çeteyan a li hemberî me re nikarin ti encamê bi dest bixin. Em mirovek bi tenê jî bimîne, ev têkoşîn wê neqede û bidome."

...