Artêşa Tirk êrîşî “Şehîdgeha Ronahî” ya li Şaxê kir
"Şehîdgeha Ronahî" ya li herêma Kelah a Şaxê ku ji bo bîranîna gerîlaya PKK'ê ya Elman Andrea Wolf û 23 hevalên wê hatibû avakirin, bi bombebarana hewayî re hate xerakirin.
"Şehîdgeha Ronahî" ya li herêma Kelah a Şaxê ku ji bo bîranîna gerîlaya PKK'ê ya Elman Andrea Wolf û 23 hevalên wê hatibû avakirin, bi bombebarana hewayî re hate xerakirin.
"Şehîdgeha Ronahî" ya li herêma Kelah a Şaxê ku ji bo bîranîna gerîlaya PKK'ê ya Elman Andrea Wolf a tevî 23 hevalên xwe di sala 1998'an de jiyana xwe ji dest dabû hatibû avakirin, bi bombebarana hewayî hate xerakirin. Hate zanîn ku Abîdeya Wolf a di sala 2013'an de hatibû vekirin, 2 roj berê di bombebarana balafirên şer û helîkopteran hatiye xerakirin. Di bombebaranê de li gel abîdeyê, avahiyên wekî mizgeft, mêvanxane û metbexê jî di bombebaranê de hatine xerakirin.
Andrea Wolf jî di nav de 24 gerîllayên PKK'ê yên di 23'ê Cotmeha 1998'an de li çoltera navçeya Şax a Wanê jiyana xwe ji dest dabûn û heya niha gora komî ya ku cenazeyên wan di nav de ne nehatiye dîtin. Herêma ku şehîdgeh jî tê de ye, beriya demekê ji aliyê Walîtiya Wanê ve wekî "Herêma Ewlehiyê ya Taybet" hatibû îlankirin.