Li Hezroyê yek jê zarok 4 kes hatin binçavkirin

Li Hezro di encama serdagirtina malan de yek jê zarok 4 kes hatin binçavkirin.

Li Hezro di encama serdagirtina malan de yek jê zarok 4 kes hatin binçavkirin.

Li navçeya Hezro ya Amedê leşker û tîmên taybet serê sibê li gundika Kanîpuskul a gundê Ulgen bi ser gelek malan de girt. Di encama serdagirtina malan de welatiyê bi navê Mansur Kirboga yê 64 salî û kurên wî Fettah, Ozan û M.K. ê 15 salî hatin binçavkirin.

4 kesên bi lêdanê hatin binçavkirin birin Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê û sedema binçavkirinê nehat zanîn.