Li Amedê operasyon, Zap û Heftaninê bomberdûman

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da xuyakirin ku artêşa Tirk li Amedê dest bi operasyonê kiriye. Di daxuyaniyê de têkildarî êrîşên li hember Herêmên Parastinê yên Medyayê jî agahî hatin dayîn.

Navenda  Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da xuyakirin ku artêşa Tirk li Amedê dest bi operasyonê kiriye.

Di daxuyaniyê de têkildarî êrîşên li hember Herêmên Parastinê yên Medyayê jî agahî hatin dayîn.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de têkildarî operasyona artêşa Tirk a 28’ê Mijdarê li bejahiya navçeya Hezro ya Amedê destpêkirî ev agahî hatin dayîn:

LI AMEDÊ OPERASYON

 “28’ê Mijdarê saet 04.00’an artêşa Tirk yekîneyên veşartî li herêmên Kanîpuşkul, Kaniya Qoça, Dêrcal, Qubik, Mêranî û Hontof ên girêdayî navçeya Hezro ya Amedê bi cih kir û operasyon da destpêkirin. Saet 06.00’an di navbera hêzên gerîlayên me û artêşa TC de pevçûnê rû da. Her agahiyên têkildarî operasyonê gihiştin ber destên me wê bi raya giştî re bên parvekirin.”

ÊRÎŞÊN LI HEMBER HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYAYA

HPG’ê bal kişand ser êrîşên li hember Herêmên Parastinê yên Medyayê jî û ev agahî parve kir:

“28’ê Mijdarê saet 14.30-15.00’an girê Sîvrî yê girêdayî qereqola Bezelê ya li xeta sînorê herêmê Avaşîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê; qadên derdora xwe, 29’ê Mijdarê (îro) saet 10.00-11.00’an qereqola Oremar; girê Şehîd Gafûr bi obus, hawan û tankan bomberdûman kir.

28’ê Mijdarê saet 12.00-15.30’an artêşa TC a ku xwe li derdora qada Şehîd Kendal a li xeta sînorê herêma Heftanînê bi cih bûye; herêmên Deriyê Davetiya, girê Şehîd Rênas û Girê Nêriya, saet 13.00-14.00’an qereqola Tepê Şivan; herêma Qesrokê bi obus, hawan û tankan bomberdûman kir.

28’ê Mijdarê saet 09.00-14.00’an qereqola Serê Sevê ya li xeta sînorê herêma Zapê; qada Latê Kewa da ber obus û hawanan.

28-29’ê Mijdarê saet 17.00-07.00’an li ser herêma Zapê, saet 19.00-06.00’an li ser herêma Heftanînê, saet 20.00-05.00’an li ser herêma Garê pêgerên hewayî yên keşfê geriyan.