Gerîlayê HPG’ê Bawer Makû li Şengalê jiyana xwe ji dest da
Fermandariya HPG’ê ya Şengal, têkildarî gerîla Bawer Makû yê 27’ê Mijdarê di encama qezayekê de jiyana xwe ji dest da daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Fermandariya HPG’ê ya Şengal di daxuyaniya xwe de got: “Hevalê me Bawer Makû yê di şerê pêngava Rizgariya Şengalê rêfên herî pêş de cih girt, wezîfe û berpirsyartiyên girîng wergirt, di wezîfeyekê di encama qezaya wesayîtê de şehîd ket.”
Di daxuyaniya Fermandariya HPG’ê de wiha hat gotin:
“Hevalê Bawer demek dirêj e di nav berxwedanê de cih digire, di pêngava çiyayê Kolik de rola Fermande ya pêşengiyê girt ser milên xwe. 2008’an ji Kurdistana Rojhilat tevlî nava refên têkoşîna azadiya bû. Bi perwerdekirina xwe, xwe di taktîk û şerê gerîla de pêş xist, bi kesayeteke dilnizm û hebûnek kedkar ve xwedî seknek pêş diket bû. Şehadeta di encama qezeyekê de em xemgîn kirin, em soza xwe dubare dikin ku em ê şopdar û pêkhênerên sekna milîtanî ya bi biryar a Hevalê Bawer bin.”
Di daxuyaniyê de têkildarî sicîla gerîla Bawer Makû ev agahî hatin dayîn:
Nasnav: Bawer Makû
Nav-Paşnav: Îsa Şems
Cihê Jidayikbûnê: Makû
Navê dayik-bav: Cevahîr - Mûstefa
Dîrok û cihê şehadetê: 27’ê Mijdara 2015 / Şengal