KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Gelê Nisêbînê li hember qedexeyê daket kolanan
Li navçeya Nisêbînê ku qedexeya derketina derve didome tîmên taybet bi şev dest bi êrîşan kirin û heta danê sibehê rasterast êrîş pêk anîn. Gelê Nisêbînê jî li hember qedexeya dewletê daket kolanan. -
Elbak ji bo Tahîr Elçî meşiya
Li navçeya Wan Elbakê, bi armanca şermezarkirina qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî meşek hat lidarxistin. -
Li Oremarê çalakî, li Agirî, Avaşîn û Metîna bomberdûman
Li gorî daxuyaniya HPG’ê balafirên şer ên Tirk ev sê roj in herêma Tendurek a Agirî bomberdûman dikin. -
Komîsyonên KCD: Gel kujerên Tahîr Elçî nas dike!
Komîsyonên KCD'ê, der barê qetilkirina Tahîr Elçî de civîneke çapemeniyê lidar xistin. Di civînê de hat gotin, "Gel, kujeran baş nas dike." -
Nasnameya gerîlayê li Amedê jiyana xwe ji dest da
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya gerîlayê di şerê li navçeya Amed Hezroyê jiyana xwe ji dest da, aşkera kir. -
Li Dêrikê êrîş zêde dibin, berxwedan mezin dibe-HAT NÛKIRIN
Li Dêrika Çiyayê Mazî, êrîşên hêzên dewletê yên li hemberî taxan niha jî didomin. Gel jî bi berxwedanê bersivê dide êrîşan. -
Di êrîşa li dijî Şêxmeqsûd de zarokekî jiyana xwe ji dest da
Ji ber êrîşên bi topan ên çeteyên El Nûsra û Ehrar El Şam ên li dijî taxa Şêxmeqsûd, zarokekî 2 salî jiyana xwe ji dest da, 2 jê zarok 4 welatî birîndar bûn. -
Êrîşên çeteyan ên li hemberî Efrînê dewam dikin
Êrîşên çeteyên El Nûsra û Ehrar El Şam ên bi topên hawanê yên li hemberî gundê Bênê dewam dikin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî bersivê didin êrîşan. -
Wekîlên li Dêrikê rastî êrîşê hatin, rakirin nexweşxaneyê
Li navçeya Mêrdîn Dêrikê, ku ev 6 roj in rewş lê awarte ye, heyeta HDP'ê rastî êrîşa polîs û leşkerên Tirk hat. Parlamenterên HDP'ê yên tesîra gaza îsotê li wan bû Meral Daniş Beştaş û Çalgar Demîrel rakirin nexweşxaneyê. -
Endamê çete: Êrîşên me ji aliyê Tirkiyeyê ve hat plankirin
Di malpera fermî ya Ceyş El-Siwar (Artêşa Şoreşeran) de dîmenê çeteyekî li gundê Meryemîn ji aliyê hêzên HSD'ê ve bi saxî hat girtin, hat weşandin. Di dîmen de çeteyê endamê tabûra El Sehaba Ebdullah El-Ubeyd li xwe mukur tê. -
Ji Elmanyayê ber bi Stenbolê, ji wir jî tevlîbûna li nava DAIŞ'ê!
Tirkiye ku cihê stargeh û perwerdeyê yê çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ e, bi rêya çeteyan êrîşî gel dike. Dewleta Tirk a ku li Bakur bi polîsên fermî li dijî gel şer dike, li Rojava û Başûrê Kurdistanê bi rengî DAIŞ'ê xwe nîşan dide. -
Koçer, Mazlûm û Cûdî hatin bîranîn
Li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li bajarê Elmanya Lûdwîgshafenê, Şervan Koçer, Rizgar Mazlûm û Fermndara YJA Starê Aryen Cûdî hatin bîranîn. -
Bi daxwaza girtinê Hevşaredarê Pirsûsê Şansal radestî dadgehê hat kirin
Hevşaredarê Pirsûsê Orhan Şansal ê hat binçavkirin, li Edliyeya Rihayê bi daxwaza girtinê radestî dadgehê hat kirin. -
Hêzên dewletê êrîşî kesên dixwazin bikevin nava taxên derketin lê qedexe ye kirin
Parlamenterên HDP'ê û girseya gel a pê re xwestin bikevin nava 5 taxên Dêrikê yên derketina derve lê qedexe ye. Lê belê hêzên dewleta Tirk bi bombeyên gazê êrîşî girseya gel kirin. Ji ber êrîşê Wekîla HDP'ê Meral Daniş Beştaş ji ser hişê xwe çû. -
Dûran Kalkan: Hesabê qetilkirina Tahîr Elçî wê were pirsîn
Kalkan di axaftina xwe ya li bernameya Polîtîka Alan a televîzyona Med Nûçe de diyar kir, ku heta êrîşên rejîma AKP'ê bidomin, her şêwe çalakiyên li Kurdistan û Tirkiyeyê rewa ne. -
Polîsan li Cizîrê kesekî din birîndar kirin
Polîsên Tirk ên li Cizîrê êrîşên xwe yên li dijî gel didomînin, duh bi şev welatiyê bi navê Suleyman Kûrtoglû yê 33 salî bi guleyan birîndar kirin. -
Li Nisêbînê êrîş û veguhastina leşkerî dewam dikin
Li Nisêbînê, ku qedexeya derketina derve lê didome, êrîşên tîmên taybet ên duh bi şev destpê kirin, heta ber destê sibehê dewam kirin. Hat ragihandin ku hejmarek zêde ya leşkeriyê ber bi navçeyê ve hatiye veguhastin. -
Li Pasûrê karesat: 6 zarokan jiyana xwe ji dest dan
Li gundê Benin ê navçeya Amed Pasûrê, ji ber şewata duh bi şev a li qursa Quranê, 6 zarokan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Tambovê pîrozbahiya 27’ê Mijdarê
Kurdistaniyên li bajarê Tambovê dijîn, 37. Salvegera damezrandina PKK’ê bi şahiyekê pîroz kirin. -
Li Marsîlyayê cangoriyên têkoşîna azadiyê hatin bîranîn
Li bajarê Fransa Marsîlyayê, bi wesîleya 37. salvegera damezrandina PKK'ê, bi malbatên şehîdan re civînek hat lidarxistin. -
Salvegera damezrandina PKK'ê li Stockholm, Vasteras û Dûîsbûrgê hat pîrozkirin
37. salvegera damezrandina PKK'ê li bajarên Swêdê Stockholm û Vasteras û li bajarê Elmanya Dûîsbûrgê hat pîrozkirin. -
Qetilkirina Elçî li Munchenê hat protestokirin
Qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, li bajarê Elmanya Munchenê hat protestokirin. -
'Li dijî tecrîda li ser Ocalan plana çalakiyan'
Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mahmût Şakar diyar kir, ku Ocalan ev 17 sal in bi awayekî dij bi hiqûqê tê ragirtin û destnîşan kir, ku weke buroyê wan li dijî tecrîdê planeke çalakiyan a ji 3 mehan amade kirine. -
Serdegirtina mala Hevşaredarê Pirsûsê Şansal
Polîsan ser mala Hevşaredarê Pirsûsê Orhan Şansal a li Navenda Rihayê de girtin. -
Piştî êrîşên li dijî gundê Bênê pevçûn didomin
Çeteyên El-Nusra, Ehrar El-Şam û DAIŞ’ê bi topên hawanê û fûzeyên êrîşî gundê Bênê kirin. Şervanên YPG/YPJ’ê bersiv dan. Pevçûn didomin.