Gelê Nisêbînê li hember qedexeyê daket kolanan

Li navçeya Nisêbînê ku qedexeya derketina derve didome tîmên taybet bi şev dest bi êrîşan kirin û heta danê sibehê rasterast êrîş pêk anîn. Gelê Nisêbînê jî li hember qedexeya dewletê daket kolanan.

Li navçeya Nisêbînê ku qedexeya derketina derve didome tîmên taybet bi şev dest bi êrîşan kirin û heta danê sibehê rasterast êrîş pêk anîn. Gelê Nisêbînê jî li hember qedexeya dewletê daket kolanan. Gel bi meşê qedexe şermezar kir û berxwedana 4 taxên din slav kir. 

Li navçeya Nisêbînê “qedxeya derketina kolanan” di roja 3. de didome. Tîmên taybet di saetên şevê de bi çar aliyan ve bi çekên giran êrîşî ser taxên Firat, Abdulkadîrpaşa, Dîcle û Yenîşehîrê kir û rasterast kûçe û kolan gulebaran kir. Êrîşên polîsan ên ku nîvê şevê destpê kirin, heta serê sibê dewam kirin. Dorpêçkirina maşîneyên zirxî û tîmên taybet a li ser kolana Çaxçax, li qada Newrozê û li derdora nexwexaneya dewletê ya kevn didome. Polîsên Tirk êrîşî taxan dikin. Li hember êrîşên polîsan jî şêniyên herêmê taxên xwe parastin û çalakiya deng derxistinê pêk anîn. 

GEL LI HEMBERÎ QEDEXEYÊ DERKET KOLANAN

Li hember qedexeya derketina kolanan welatiyên taxên Kişla, Zeynelabidîn, Devrîm û Bariş jî derketin kolanan meş li darxistin. Welatiyan bi meş û berzkirina sloganan qedexe şermezar kirin û berxwedana 4 taxan silav kirin. Welatî li taxa Kişla li hev kom bûn û heta Qada Newrozê ya li taxa Devrîmê meş pêkanîn. Çalakiyên welatiyan ên li hember qedexeyê didomin. 

DRONE LI ASÎMANÊ NAVÇEYÊ DIGERIN

Li ser 4 taxên qedexekerî yên Nisêbînê balafirên keşfê ya bi navê Drone li asîmanên taxan digire û dîmenan qeyd dike.