Qetilkirina Elçî li Munchenê hat protestokirin

Qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, li bajarê Elmanya Munchenê hat protestokirin.

Qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, li bajarê Elmanya Munchenê hat protestokirin. Girseya gel bi vê armancê çelengek reş danî ber deriyê konsolosxaneya Tirkiyeyê. Çalakî bi beşdariya nûner û endamên Navenda Civaka Demokratîk, Komuna Jinê ya Sara, Ciwanên Azad û DÎDF Munchenê pêk hat.

Di çalakiyê de bênavber dirûşmên "Kujer Erdogan", "Dewleta kujer wê hesap bide", "Şehîd namirin", "TC a kujer ji Kurdistanê bicehime", "Kurdistan wê li faşîzmê re bibe goristan" hatin qîrîn.

Çalakgeran pankart û wêneyên ji bo bîranîna Elçî hilgirtin û gotin, "Navnîşana yên ku fermana kuştina Elçî dane, diyar e. Di şexsê wî de Kurd hatine qetilkirin. Piştî axaftina wî ya li qenaleke televîzyonê ku gotibû 'PKK ne rêxistineke terorîst e, rêxistineke polîtîk e' der heqê wî de lêpirsîn hat vekirin. Tevî zextên lê hatin kirin jî ji ya xwe venegeriya. Dewletê qetilkirina wî ji xwe re weke çare dît."

Piştî daxuyaniyan, girseya gel bi qîrîna dirûşmeyan dawî li çalakiya xwe anî.

...