Nasnameya gerîlayê li Amedê jiyana xwe ji dest da

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya gerîlayê di şerê li navçeya Amed Hezroyê jiyana xwe ji dest da, aşkera kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya gerîlayê di şerê li navçeya Amed Hezroyê jiyana xwe ji dest da, aşkera kir.

Di daxuyaniya navendê ya li ser mijarê de hat ragihandin, ku roja 28'ê Mijdarê, di şerê li bejahiya navçeya Amed Hezroyê de gerîla Erhan Çolak bi nasnav Amed Adil jiyana xwe ji dest daye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ev agahî bi raya giştî re parve kir: "Di daxuyaniya xwe ya duh de me ragihandibû ku di şerê ji ber operasyona li herêmên Kanîpuşku, Kaniya Qoça, Dêrcal Qubik, Mêranî û Hontof ên navçeya Hezroyê de, gerîlayekî me şehîd ketiye.

Nasnameya hevalê me yê şehîd ketiye bi vî rengî ye:

Nasnav: Amed Adil
Nav-paşnav: Erhan Çolak
Cihê ji dayikbûnê: Amed
Navê dê û bav: Aynûr-Giyasettîn
Dema û cihê şehadetê: 28'ê Mijdara 2015 / Amed

...