Bi daxwaza girtinê Hevşaredarê Pirsûsê Şansal radestî dadgehê hat kirin
Hevşaredarê Pirsûsê Orhan Şansal ê hat binçavkirin, li Edliyeya Rihayê bi daxwaza girtinê radestî dadgehê hat kirin.
Hevşaredarê Pirsûsê Orhan Şansal ê hat binçavkirin, li Edliyeya Rihayê bi daxwaza girtinê radestî dadgehê hat kirin.
Hevşaredarê Pirsûsê Orhan Şansal ê ku ji Pirsûsê diçû mala xwe ya li Rihayê li ser rê hat binçavkirin, sewqî edliyeyê hat kirin.
Şansal ê ku duh bi şev li Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr hat ragirtin, piştî kontrola li Nexweşxaneya Mehmet Akîf înan anîn Edliyeya Rihayê. Şansal ji ber îdîaya 'endametî û alîkariya bi rêxistinê re' îfade da dozgeriyê. Şansal bi heman hincetê, bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Ceza ya Sûlhê hat kirin.
Li aliyê din, xebatkarên şaredariyê û rêveberên HDP û DBP'ê jî di nav de gelek welatî li ber avahiya Şaredariya Pirsûsê civiyan û bi dirûşmeya 'Deste nede vîna min' û 'zext nikarin bi me' çalakiya rûniştinê dan destpêkirin. Li navçeyê ku hêrs gelekî mezin e, hejmara beşdarên vê çalakiyê kêlî bi kêlî zêde dibe.