Komîsyonên KCD: Gel kujerên Tahîr Elçî nas dike!
Komîsyonên KCD'ê, der barê qetilkirina Tahîr Elçî de civîneke çapemeniyê lidar xistin. Di civînê de hat gotin, "Gel, kujeran baş nas dike."
Komîsyonên KCD'ê, der barê qetilkirina Tahîr Elçî de civîneke çapemeniyê lidar xistin. Di civînê de hat gotin, "Gel, kujeran baş nas dike."
Komîsyona Çand û Hunerê, Komîsyona Gelan û Baweriyan û Komîsyona Ekolojiyê ya KCD'ê der barê qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî û texrîbkirina cihên dîrokî de civîna çapemeniyê lidar xistin.
Endamê Dîwana Serokatiya KCD'ê Hîlmî Aydogdû daxuyanî da û diyar kir ku ji ber nirxên mirovahiyê tên xerakirin û texrîbkirin ew li vê derê ne û wiha got: "3 roj berê Birêz Tahîr Elçî ji ber ku Mînareya Çarling rastî erîşê hatibû, çûbû wê derê. Lê Tahîr Elçî li wê derê rastî sûîqestekê hat û bi wî awayî hat kuştin. Di kesayeta Tahîr Elçî de tiştê ku li ser gelê me û nirxên me yên mirovahiyê de hatine, em wan bi tundî şermezar dikin."
Endamê Komîsyona Çand û Hunerê yê KCD'ê Şeyhmûs Dîken jî da xuyakirin ku ji ber şerê li Kurdistanê mirov tên kuştin û tên koçber kirin û got: "Kuştina mirovan bes nîne êdî cihên me yên dîrokî, bawerî û çandî jî rastî erîşêan tên."
Dîken da zanîn ku ew dizanin kujerên Tahîr Elçî kî ne û wiha berdewam kir: "Tiştên ku di salên 90'î de bir ser gelê kurd de anîn, qetlîamên ku kirin, dixwazin dîsa bikin. Em van tiştê dixwazin bi serê gelê me de bînin, bi tundî şermezar û lenet dikin."