Li Pasûrê karesat: 6 zarokan jiyana xwe ji dest dan

Li gundê Benin ê navçeya Amed Pasûrê, ji ber şewata duh bi şev a li qursa Quranê, 6 zarokan jiyana xwe ji dest dan.

Li gundê Benin ê navçeya Amed Pasûrê, duh bi şev li cihê razanê yê qursa Quranê şewat derket. Ji ber şewatê zarokên bi navê Nûr Mûhammed Bayko, Mehmet Bîngol, Sebahattîn Altûn, Serhat Sancar, Sûat Çankaya û Şahîn Kahraman jiyana xwe ji dest dan. Saet di 02:00 de agahî ji ekîbên arkujiyê re hat dayîn û ekîban şewat vemirandin. Ekîbên arkujiyê diyar kirin ku şewat ji ber sobeya ceyranê ya li erdê derketiye.

Cenazeyê zarokan ji bo otopsiyê rakirin nexweşxaneyên li Amedê.