Elbak ji bo Tahîr Elçî meşiya

Li navçeya Wan Elbakê, bi armanca şermezarkirina qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî meşek hat lidarxistin.

Qetilkirina Tahîr Elçî li navçeya Wan Elbakê hat şermezarkirin.

Li navçeya Wan Elbakê, bi armanca şermezarkirina qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî meşek hat lidarxistin.

Dikandarên navçeyê jî dikanên xwe venekirin û beşdarî meşa ji aliyê HDP, DBP û Şaredariyê ve hat organîzekirin, bûn. Hevserokê HDP'ê yê Wanê Veysî Dîlekçî, Hevserokên DBP û HDP'ê yên Bajar û navçeyan, endamên MEYA-DER, KURDÎ-DER, Însiyatîfa Dayikên Aştiyê û aktîvîstên KJA jî di nav de gelek kes li ber avahiya DBP'ê ya navçeyê civiyan. Girseya gel ji vê derê bi pankarta "Em ê te ji bîr nekin Elçî yê aştiyê" ber bi kolana Kadîr Sarûhan ve meşiya.

'EM WÊ FÎŞEKÊ BAŞ NAS DIKIN'

Li ser navê girseya gel Hevseroka DBP'ê ya Navçeyê Senar Yeşîlirmak daxuyanî da û got, "Qetlîama di şexsê Tahîr Elçî de li Amedê hat kirin ne ya destpêkê ye, ne jî wê ya dawî be! Em wê fîşeka ku li Tahîr Elçî qetil kir, baş nas dikin. Kurdan ew fîşek berî sed salan dîtin; wê fîşekê Apê Mûsa qetil kir, wê fîşekê gelek rewşenbîrên Kurd qetil kir. Me ew fîşek li Amed, Pirsûs, Enqere, Gever, Nisêbîn û li her derê Kurdistanê dît. Em xwediyê wê fîşekê baş nas dikin. Bila ti kes ji me re qala çîrokan nekin."

...