Li Marsîlyayê cangoriyên têkoşîna azadiyê hatin bîranîn
Li bajarê Fransa Marsîlyayê, bi wesîleya 37. salvegera damezrandina PKK'ê, bi malbatên şehîdan re civînek hat lidarxistin.

Civîna li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Marsîlyayê, bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir.
Di civînê de nûnerên Komeleya Xizmên Şehîd û Windahiyan (KOMAW), Navenda Civaka Demokratîk Marsîlya û xizmên cangoriyan axivîn.
Di axaftinên li civînê de hat gotin, "Şehîdên ku di têkoşîna 37 salan de canê xwe gorî kirine, destketiyên roja îro diyarî me kirine. PKK ji destpêkê ve ji bo bîranîna şehîdan têdikoşe û di her şehadetê de ji bo bîranîna şehîdan têkoşîn mezin kiriye. Çawa ku di şehadeta Hakî Karer de PKK hat avakirin, ji bo bîranîna şehîdên zîndanan Pêngava 15'ê Tebaxê hat destpêkirin, ev kevneşopî mezin dibe û îro li Rojava, Bakur û her devera Kurdistanê me nêzî azadiyê dike. Ya ku dikeve ser milê me, mezinkirina têkoşînê û xurtkirina hêviyan e. Wezîfeya me ye ku em Kurdistana azad diyarî şehîdên xwe û gelê xwe bikin."
Piştî axaftinan, komîsyona malbatên şehîdan a ji 5 kesan a di bin sîwana Navenda Civaka Demokratîk de bixebite, hat avakirin. Civîn bi dayîna nanê xêrê ji aliyê malbatan ve, bi dawî bû.