KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Tûglûk: Kesên ev tişt bi wekîlan kirin gelo wê çi bi gel nekin
Tûglûk a di nav HDP’yiyên dema dixwestin biçin Dêrikê rastî gefa polîsê sivîl hatin de cih digirt, got ku îro polîsekî sivîl ê wer difikirin ku tîmê taybet e çek li wan kişandiye û xwestiye li wan bide. -
Li Efrînê 9 şervan ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin
Cenazeyên 5 şervanên YPG’ê, şervaneke YPJ’ê û 3 cenazeyên şervanên Artêşa Şoreşgeran ên di berxwedana gundê Keştear û Mirêmîn de jiyana xwe ji dest dan, li Goristana Şehîd Refîq a li navçeya Şera ya Kantona Efrînê hatin oxirkirin. -
Li Dêrikê tevahiya rojê li hember êrîşan berxwedana bênavber
Li Dêrikê di roja 6. a qedexeya derketina kolanan de êrîş didomin. Gel, li hember êrîşan ku li ber xwe dide, bi tilîlî û fîşekên hewayî berxwedana xwe didomîne. -
Li Geverê amadekariyên êrîşan!
Li Geverê îro di nava rojê de 4 caran sewqiyata leşkerî û tîmên taybet hat kirin. Sewqiyata hate kirin nîşan dide ku wê operasyoneke berfireh bê kirin. -
YDG-H’ê bîlançoya meha Mijdarê aşkera kir
YDG-H’ê ku bîlançoya meha Mijdarê aşkera kir diyar kir ku 22 wesayîtên zirxî yên kobra, wesayîteke zirxî ya hummer, 7 panzerên zirxî, 15 kepçeyên zirxî, 2 wesayîtên zirxî yên akrep hatine îmhakirin. -
'Eger dozger bi wesayîtên zirxî neyê dikare lêkolînan bike'
Li ser qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî re du roj derbas bûn. Lê Serdozgerê Komarê Ramazan Solmaz hê li cihê sûîqestê lêkolîn nekiriye. -
Hoffmann û Înce di çeperên şehîd ketibûn hatin bîranîn
Şervanên MLKP’ê Îvana Hoffman û Coşkûn Înce yên li Rojava şehîd ketibûn, bi wesîleya bîranîna şehîdên meha Mijdarê li cihê lê şehîd ketibûn hatin bîranîn. -
Nasnameya 6 şervanên YPG/YPJ hat aşkerakirin
YPG’ê nasnameyên 6 şervanên xwe yên 29’ê Mijdarê li Efrînê jiyana xwe ji dest dane, aşkera kir. -
Gelê Nisêbînê qedexeya derketina kolanan nas nake!
Welatiyên Nisêbînê qedexe ya ku li navçeyê hatiye îlankirin şermezar kirin. Hevserokê DBP'ê yê Mêrdînê Omer Ocalan bang li hemû kesan kir ku her kes li cihên ku lê dijîn bertekên demokratik nîşanî qedexeyan bidin. -
Di êrîşa çeteyan de li Şêxmeqsûd 5 kes birîndar bûn
Êrîşên çeteyan ên li hemberî Şêxmeqsûd dewam dikin. Di êrîşên bi topan de 5 kes birîndar bûn. -
Li Wanê çalakiya ji bo Elçî: AKP'ê pêvajoya sûîqestên siyasî daye destpêkirin
Bi armanca şermezarkirina qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, DBP, HDP, KJA, DEM-GENÇ û aktîvîstên Dayikên Aştiyê bi beşdariya bi hezaran welatiyan meşek organîze kirin. -
Li Amedê operasyon, li Herêmên Parastinê yên Medya tevgera hewayî
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di operasyona artêşa Tirk a li Hezroya Amedê daye destpêkirin pevçûn derketiye. Di encama pevçûnê de gerîlayekî jiyana xwe ji dest daye. -
ÎHD bûyerên li Dêrikê da ragihand banga hişyariyê kir
Şaxa Mêrdînê ya Komelaya Mafên Mirovan (ÎHD) têkildarî terora AKP’ê ya li dijî gelê li navçeya Dêrikê çavdêriyên xwe aşkera kir. -
Êrîşên artêşa Tirk û çeteyan ên li dijî Rojava dewam dikin
Êrîşên artêş Tirk û çeteyan ên bi hevdemî li hemberî Rojavayê Kurdistanê tên kirin, dewam dikin. -
Cenazeyên El Ellawî û Hesen bi merasîmeke girseyî hatin veşartin
Cenazeyên şervanê YPG'ê Mûsenne El Ellawî (Hozan Can) û endamê Asayîşê Îbrahîm Hesen bi measîmekê hatin veşartin. -
"PKK têkoşîna li dijî melisandinê ye"
Li bajarên Elmanya Bonn û Darmstadtê, 37. salvegera damezrandina PKK'ê bi çalakiyan hat pêşwazîkirin. Di çalakiyan de Tahîr Elçî yê li Amedê hat qetilkirin, hat bîranîn. -
Li Schwerînê şeva ji bo Kobanê
Li bajarê Elmanya Schwerînê, ji bo piştgiriya Kobanê şevek hat lidarxistin. -
Wê gelê Şaxê bîrdariyeke nû çêbike
Li Şaxê bîrdariya gerîlayên ARGK’ê û goristan ji aliyê dewleta Tirk ve hatin xerakirin. Hevşaredar Kewe diyar kir ku dest bi çêkirina bîrdariyeke nû kirine. -
Hêzên dewletê li Cizîrê zarokek birîndar kirin
Li navçeya Cizîrê di encama gulebarana ji wesayîtê zirxî zarokê bi navê Abdullah Cîlasun bi giranî birîndar bû. -
CDK-F bersiv da Serokwezîrê Fransayê
CDK-F, bersiv da daxuyaniyên rojên dawî yên Serokwezîrê Fransayê Manûel Valls. -
Ciwanan li Hollandayê PKK silav kirin
Salvegera damezrandina PKK'ê li bajarê Den Haagê ji aliyê ciwanan ve hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de hat gotin, "Weke fedaiyên Rêber Apo, divê em pêvajoya şoreşê mezintir bikin û li her derê belav bikin." -
Ozuçalişir: Bilez xwedî li Dêrikê derkevin!
Cîgirê Hevserokên Şaredariya Dêrikê Mûrat Ozuçalişir, diyar kir ku êrîşên li hember Dêrikê her diçe dijwar dibin û got, “Divê bilez xwedî li Dêrikê derkevin”. -
Tîmên taybet sewqî Geverê hatin kirin
Gelek tîmên taybet sewqî Geverê hatin kirin. -
Li Nisêbînê êrîş dijwar bûn, berxwedan didome
Êrîşên dewleta Tirk ên li hember Nisêbînê vê sibehê careke din dijwar bûn. -
Cebilxaneya li Çiyayê Kolikê bi dest hat xistin
Piştî ku Çiyayê Kolikê bi pêşengiya YBŞ/YPJ Şengal û bi desteka hêzên HPG/YJA Starê di 26'ê Mijdarê de hat azadkirin, hejmarek girîng cebilxane hatin bidestxistin.