YDG-H’ê bîlançoya meha Mijdarê aşkera kir
YDG-H’ê ku bîlançoya meha Mijdarê aşkera kir diyar kir ku 22 wesayîtên zirxî yên kobra, wesayîteke zirxî ya hummer, 7 panzerên zirxî, 15 kepçeyên zirxî, 2 wesayîtên zirxî yên akrep hatine îmhakirin.
YDG-H’ê ku bîlançoya meha Mijdarê aşkera kir diyar kir ku 22 wesayîtên zirxî yên kobra, wesayîteke zirxî ya hummer, 7 panzerên zirxî, 15 kepçeyên zirxî, 2 wesayîtên zirxî yên akrep hatine îmhakirin.
YDG-H’ê ku bîlançoya meha Mijdarê aşkera kir diyar kir ku 22 wesayîtên zirxî yên kobra, wesayîteke zirxî ya hummer, 7 panzerên zirxî, 15 kepeçeyên zirxî, 2 wesayîtên zirxî yên akrep, wesayîteke zirxî ya Ûral, 1 TOMA, 3 pêgerên hewayî yên bê mirov hatine îmhakirin.
Tevgera Ciwanên Welatparêzên Demokratîk a daxuyaniyeke nivîskî weşand diyar kir ku rejîma AKP’ê ya di serokatiya Tayyîp Erdogan de ji 22’ê Tîrmehê ve konsepta şerê topyekûn kiriye dewrê, di çarçoveya vê konseptê de piştî hilbijartinên 1’ê Mijdarê êrîşên xwe zêde kirine.
YDG-H’ê da xuyakirin ku ev konsepta êrîşê ya hewl dide îradeya gelê Kurd a dixwaze xwe bi bi rê ve bibe tine bike, li bajarên Kurdistanê bi awayekî bi dijwar xwe nîşan dide. YDG-H’ê bal kişand ser van xisûsan:
“Li hember van êrîşan hêzên berxwedêrên Kurdên sivîl ên di pêşengiya YDG-H de ji bo gelê sivîl û bajarên xwe biparêzin seknek dijber a topyekûn pêş xistine. Ji 1’ê Mijdarê heta 30’ê Mijdarê di nav mehekê de encama pevçûnên ku êrîşên çeteyên kontrgerîlayên Tirk û DAIŞ’ê yên wek teqwiye hatine em bi raya giştî re parve dikin.
Bîlançoya meha Mijdarê:
-Hejmara polîs û çeteyên hatin kuştin: 143
- 22 wesayîtên zirxî yên Kobra, wesayîtek zirxî ya tîpa Hûmmer, 7 wesayîtên zirxî yên tîpa Panzer, 15 kepçeyên zirxî, 2 wesayîtên zirxî yên tîpa Akrep, wesayîtek zirxî ya tîpa Ûral, 1 TOMA, 1 TIR a aîdî çeteyan, 2 pêgerên hewayî yên keşfê ji aliyê hêzên me hatin îmhakirin. Li gel vê jî gelek mobese hatin îmhakirin û gelek wesayîtên zirxî jî hatin derbekirin.
- Di pêvajoya berxwedanê ya mehekê de 16 hemwelatiyên me yên sivîl jiyana xwe ji dest dan, 45 hemwelatiyên me yên sivîl jî birîndar bûn.
- Di berxwedana li hember çeteyan de 16 hevalên me bi berxwedanek lehengî gihiştin şehadetê.
Li cem vê bîlançoyê, di êrîşên çeteyan û hêzên kontra yên tîmên taybet de li gelek bajaran xisarên madî yên mezin çêbûne.”
YDG-H diyar kir ku ev pêvajoya mehekê ya berxwedanê nîşan dide ku çeteyên faşîst çi derfet û amûrên dewletê bikar tînin bila bînin, heta ku ruhê lehengî yê gelê Kurd û ciwanan ên her tim li Kurdistanê şer dijîn hebe, wê ti qadên xwerêveberiyê nekevin, gelê Kurd bi xurtkirina îradeya xwerêveberiyê wê gav bi gav vê li Kurdistanê belav bike. YDG-H wiha berdewam kir: “Em wek Ciwanên Kurdistanê yên Welatparêz em xwedî îdîa û biryar in ku em ê berxwedana xwe ya ji 24’ê Tirmehê 2015’an ve didomînin bi awayekî hê xurttir berdewam bikin.
Di serî de ciwanên welatparêz ên Ewropa tevahî ciwanên li her çar parçeyê Kurdistanê dijîn êdî divê vê berxwedana bi heybet a li Bakurê Kurdistanê ne bi piştgiriyek dûr bi tevlîbûnek fîîlî xurttir bikin.”