Welatiyên Nisêbînê qedexe ya ku li navçeyê hatiye îlankirin şermezar kirin. Hevserokê DBP'ê yê Mêrdînê Omer Ocalan bang li hemû kesan kir ku her kes li cihên ku lê dijîn bertekên demokratik nîşanî qedexeyan bidin.
Qedexeya derketina li ser 4 kolanên Nisêbînê hat îlankirin ji aliyê Nisêbîniyan ve hat şermezarkirin. Bi beşdarbuna rêxistinên DBP-HDP yên Mêrdînê û rêxistinên HDP-DBP yên Nisêbînê li ber Navenda Çanda Mîtanî bi daxuyaniyê bertek nîşanî qedexeya derketina kolanan ya ku li ser 4 taxan hat îlankirin dan. Di daxuyaniyê de Hevserokê DBP’ê yê Mêrdînê Omer Ocalan, hevşaredarên Nisêbînê Sara Kaya û Cengîz Kok, Meclîsa Dayikên Aşitiyê ya Nisêbînê û bi dehan welatî tevlêbûn.
Hevserokê DBP’ê yê Mêrdînê Omer Ocalan li ser navê komê axivî û destnîşan kir ku dewletê xwestiye din ava 14 rojan de wekî gindor di ser Nisêbînê derbas bibin lê li hember berxwedana gel neçar mane vekişiyane. Ocalan diyar kir ku dewlet ji bo serkeftinê ji Nisêbînê bigire li 4 taxan qedexe hatiye îlankirin û wiha got: "14 rojan Nisêbîna ku 120 hezar mirov tê de dijîn kirin wekî girtîgehê."
Ocalan qedexeya derketina derve ya ku li Dêrika Mêrdînê hatiye îlankirin bi bîr xist û wiha got: "5 roj in Dêrik di bin dorpêçê de ye û êrîş bi ser wê de tê kirin. Em bang li navçeya herî mezin ya Mêrdînê Qoserê dikin, bang li Midyad, Artuklu û Kerboranê dikin ku xwedî li navçeyên xwe derkevin. Divê ji hemî deveran xwedî derketin pêk were.”Ocalan bang li hemî kesan kir ku li hemî deveran bertekên demokratik bên nişandan.
Daxuyanî bi tilîli, çepik û diruşmeyên ‘Bijî berxwedana Nisêbîn’ bi dawî bû.
Li aliyê din jî esnafên Nisêbînê ji bo ku bertek nîşanî qedexeya derketina kolanan bidin dikanên xwe venekirin. Li navçeyê ji bilî firin û dermanxaneyan lu navçeyê tu dikan vekirî nîne.