Li Dêrikê tevahiya rojê li hember êrîşan berxwedana bênavber
Li Dêrikê di roja 6. a qedexeya derketina kolanan de êrîş didomin. Gel, li hember êrîşan ku li ber xwe dide, bi tilîlî û fîşekên hewayî berxwedana xwe didomîne.
Li Dêrikê di roja 6. a qedexeya derketina kolanan de êrîş didomin. Gel, li hember êrîşan ku li ber xwe dide, bi tilîlî û fîşekên hewayî berxwedana xwe didomîne.
Li Dêrikê di roja 6. a qedexeya derketina kolanan de êrîş didomin. Gel, li hember êrîşan ku li ber xwe dide, bi tilîlî û fîşekên hewayî berxwedana xwe didomîne.
Di roja 6. a qedexeya derketina kolanan de hêzên dewletê pêla êrîşeke dijwar dan destpêkirin. Êrîşên bi berbangê re destpêkirin, ku bênavber didomin, gel bi tilîlî û fîşekên hewayî berxwedana xwe didomîne.
Saet 05.00’ê sibehê li Dêrika ku ji 8 taxan pêk tê, taxên Cevîzpinar, Kuçukpinar, Zeytînpinar, Dag û Kale bi wesayîtên zirxî, çekên giran û bi sedan leşker û polîsî hatin dorpêçkirin. Bi dorpêçê re hêzên dewletê tax bomberdûman kirin û ji wesayîtên zirxî gulebaran kirin.
HELÎKOPTER JÎ TEVLÎ ÊRÎŞÊ BÛN, MAL HATIN ŞEWITANDIN
Bi saet 11.00’an re helîkopter jî tevlî êrîşan bûn. Li giştî navçeyê di encama êrîşên zêde yên helîkopteran li dijî taxên hatine dorpêçkirin de li Taxa Cevîzpinar agir bi gelek malan ket. Agirê bi malan ket ji ber êrîşan gel nikarîbû mudaxele bikira, demek dirêj berdewam kir. Mal bi temamî şewitîn.
Di dema êrîşan de li Taxa Kale ji ber parçeyên bombeavêjê li mala Omer Kiran ket, di malê de xisar çêbû, hate diyarkirin ku di malê de mirî yan jî birîndar tinene.
LI DIJÎ HEYETA HDP’Ê ÊRÎŞ
Her wiha heyeta HDP’ê ya Parlamenterên HDP’ê Çaglar Demîrel, Gulser Yildirim, Meral Daniş Beştaş, Mahmût Togrûl jî tê dê bi sedan kesên ku dixwestin derbasî navçeyê bibin rastî astengkirina hêzên dewletê hatin. Li hember heyeta HDP’ê ya li ketina Rêya Qoserê ya Taxa Tepebag a Dêrikê hate astengkirin, serçawîşekî çeka xwe kişand û hewl da êrîş bike.
BI TILÎLÎ Û FÎŞEKÊN HEWAYÎ BERXWEDAN DIDOME
Gelê Dêrikê li hember êrîşên dijwar ên hêzên dewletê tevahî rojê li ber xwe da, niha li taxên Cevîzpinar û Kuçukpinar berxwedana xwe bi fîşekên hewayî û tilîliyan didomîne.
Niha li navçeyê qutbûna elektrîk û avê didome.