Li Efrînê 9 şervan ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin

Cenazeyên 5 şervanên YPG’ê, şervaneke YPJ’ê û 3 cenazeyên şervanên Artêşa Şoreşgeran ên di berxwedana gundê Keştear û Mirêmîn de jiyana xwe ji dest dan, li Goristana Şehîd Refîq a li navçeya Şera ya Kantona Efrînê hatin oxirkirin.

Bi hezaran welatiyên Kantona Efrînê cenazeyên 5 şervanên YPG’ê, şervaneke YPJ’ê û 3 cenazeyên şervanên Artêşa Şoreşgeran ên di berxwedana gundê Keştear û Mirêmîn de jiyana xwe ji dest dan, li Goristina Şehîd Refîq a navçeya Şera ya Kantona Efrînê oxir kirin.

Bi armanc oxirkirinê cenazeyên şervanên YPG’ê Şoreş Xwîn Reş, Diyar Çiya, Dilxwaz Efrîn, Rizgar Başiqle, Dilşêr Qendîl, şervana YPJ’ê Doza Berxwedan û şervanên Artêşa Şoreşgeran Ebilrezaq Cehfer, Mihemed Ebil Rehman û Mihemed Hemo bi hezaran welatiyên Kantona Efrînê, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, endamên Saziyên Civaka Sivîl, şervanên HSD’ê û şervanên YPG/YPJ’ê li pêşiya Nexweşxaneya Afrîn a Kantona Efrînê kom bûn.

Girseya ku wêneyên her 9 têkoşeran, alên YPG/YPJ’ê, alên Artêşa Şoreşgeran, sembolên Kurdî hildan,d irûşmên “Bijî berxwedana YPG/YPJ’ê û Artêşa Şoreşgeran” qîr kirin, cenazeyên her 9 têkoşeran ji Nexweşxaniyê wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Refîq a li gundê Metîna ya navçeya Şera ve ketin rê.

Dema ku girseya gel gihişt goristanê hevalên her 9 têkoşeran darbestên wan hildan û birin Qada Goristanê.

Li vir merasîmeke leşkerî ji aliyê şervanên YPG/YPJ’ê û şervanên HSD’ê ve hate li dar xistin. Piştre endama Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Îlham Ehmed, Serokê Desteya Parastinê Ebdo Îbrahîm, Fermandara YPJ’ê Afşîn Cûdî, li ser navê Artêşa Şoreşgeran Faris Heco, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Meryem Henan û li ser navê Oldaran Mihemed Hemûd axivîn.

Axafvanan bal kişandin ser rola têkoşeran di parastina Kantona Efrînê de, pêkanîna azadiyê ji bo gelê Kurd û gotin: “Dewleta Tirkiyeyê bi rêya vekirina deriyên xwe yên sînor piştgiriya çeteyên El-Nusra, Ehrar El-Şam û DAIŞ’ê dike û çek û cebilxaneyan ji wan re dişîne. Her çiqas dewleta Tirkiyeyê û çete hewl bidin êrîşî kantonê bikin, em ê bersiva êrîşên ku sivîlên kantonê armanc digirin, bidin. Em ê tola şehîdên xwe heta serketinê hildin.”

Di axaftinan de hat destnîşankirin ku çete bi hemû hêza xwe êrîşî Kantona Efrînê dikin û wiha hat gotin: “Ev bû hefteyke çeteyan hêzên xwe li her derê kişandine derdora herêma Efrînê û êrîşan pêk tînin. Bi saya ruhê berxwedêr ê şervanên YPG/YPJ’ê û Artêşa Şoreşgeran êrîşên çeteyên vala hatin derxistin û derbeyên giran li wan tê xistin. Em ji çeteyan re dibêjin bila rastiya gelê Kurd nas bikin ku ew nikarin vîna azad a gelê Kurd bişkînin. Em ji tevahî cîhanên re teqez dikin ku heta bidestxistina mafê xwe yê rewa, em şopdarên rêya azadiyê ne.”

Axaftvanan sersaxî ji malbatên têkoşeran re xwestin û soza şopandina rêya wan dubare kirin.

Piştre wesîqeyên şehadetê yên her 9 têkoşeran hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyên her 9 têkoşeran bi tilîliyên dayikan û dirûşmên, “Bijî berxwedana YPG/YPJ’ê û HSD’ê” li Goristana Şehîd Refîq a li Metîna ya navçeya Şera spartin axê.