BI DÎMEN

'Eger dozger bi wesayîtên zirxî neyê dikare lêkolînan bike'

Li ser qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî re du roj derbas bûn. Lê Serdozgerê Komarê Ramazan Solmaz hê li cihê sûîqestê lêkolîn nekiriye.

Sedema ku dozger nikare li cihê Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî hat qetilkirin lêkolîn bike ev e ku bi wesayîtên zirxî û artêşa polîsan dikeve taxê. Yekîtiya Xweparastinê got: "Bila dozger bêyî wesayîta zirxî bê, lêkolînan bike.” Ji bo ev pêşniyar bê ragihandin kesek ji taxê danê sibehê şandin cem polîs. Lê “qasid” venegeriya û çi hatiye serî wî ne diyar e.

Li ser qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî re du roj derbas bûn. Lê Serdozgerê Komarê Ramazan Solmaz hê li cihê sûîqestê lêkolîn nekiriye.

Li Taxa Yenîkapi ya Semta Balikçilarbaşi ya sûîqest lê pêk hat, qewanên vala li erdê ne. Derdora cihê Elçî lê ketiye bi bendekî reş hatiye dorpêçkirin. Şopa xwîna Elçî hê li erdê ye.

Piştî sûîqestê ku li kolanê qedexeya derketina kolanan hat îlankirin, dozger bi wesayîtên zirxî yên polîsan hatin cihê bûyerê. Dema dozger bi polîsan re hatin ber Minareya Çar Ling li herêmê hê pevçûnan dewam dikir.

Berpirsyarê Yekîtiya Xweparastinê ji bo roja destpêkê ya bûyerê got: "Dema dozger ji bo lêkolînê anîn jixwe pevçûn hebûn. Her wiha qedexeya derketina kolanan hatibû îlankirin. Wê kêliyê wesayîta zirxî berê xwe da xendekê. Li ser vê mayîna di xendekê de teqiya."  

Îro jî Serdozgerê Komarê Ramazan Solmaz û mufetîş bi wesayîtên zirxî hatin cihê bûyerê. Îro jî pevçûnan rû da.

Li herêma nêzî cihê Elçî hat qetilkirin xendek hene, barîqat hatine danîn. Ji bo fêmkirina sedema pevçûnên li herêmê berpirsyarê Yekîtiya Xweparastinê yê li pişt barîqatan wiha axivî: "Dozger danê sibehê hat. Li ser vê gel li cihê bûyerê kom bû. Polîsan gel gulebaran kirin. Me jî li ser yekê ji bo parastina gel bersiv da. Pevçûneke demkurt rû da. Eger derdê polîs û dozger lêkolîna cihê bûyerê be, çima dozger bi artêşekê re tê? Çima gel gulebaran dikin?"

Berpirsyar diyar kir ku ne li dijî vê yekê ne ku dozger li cihê bûyerê lêkolînan bike û got: "Eger dozger bêyî wesayîtên zirxî û artêşa polîsan bê, dikare lêkolînê bike. Em pêşniyara xwe ya di vê der barê de îro bi rêya kesekî ji taxa me ji polîs re şand. Lê ev kesê me şand hê venegeriyaye û çi hatiye serê wî em nizanin.”

HILWEŞÎN MEZIN E

Piştî sûîqestê ku qedexeya derketina kolanan hat îlankirin, ji ber êrîşên dijwar ên tîmên taybet gelek xanî û dikan hatine xerakirin. Camek nemaye ku neşkestiye, dîwarek nemaye ku gule lê neketine. Erd tijî parçeyên cam û qewanan e.

WESAYÎTA ZIRXÎ PARÇE PARÇE YE

Piştî sûîqestê wesayîta zirxî ya çû ser xendekan ku bi mayînê hat teqandin, parçeyên wesayîtê di destê ciwanan de ye. Wesayît parçe parçe bûye. Çavkaniyên fermî diyar kirin ku di teqînê de 2 polîs birîndar bûne. Lê çavkaniyên herêmî diyar kirin ku herî kêm 4 polîs mirine. 

...