KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Şengalê teqîn: 7 pêşmergeyî jiyana xwe ji dest da
Di encama teqîna bombeyêke ji destpêkê di hundirê maleke li Gundê Cîdar ê rojavayê Şengalê hatibû bicihkirin de 7 pêşmergeyî jiyana xwe ji dest da, yek jî birîndar bû. -
Parlamenterê HDP’ê Ataş: Li Dêrik û Nisêbînê moralê gel bilind e
Li Dêrikê ji ber qedexeya kolanan gel bi fikar e, lê moralê gel jî pir bilind e. Gel di berxwedanê de bi biryar e. -
Li Sûrê pevçûn dijwar dibin
Li navçeya Sûrê ya Amedê êrîşên hêzên dewleta Tirk ji saetên êvarî ve bi dijwarî didomin. -
Polîsan êrîş birin ser girseya diçû Sûrê
Li Amedê, girseya ji bo qedexe û dorpêça li ser Sûrê bişkê û piştgiriyê bide berxwedana gelê Sûrê hewl da ber bi navçeyê bimeşe rastî êrîşa polîsan hat. -
Hevşaredara Şaxê ji ber ji ANF’ê re axivî îfade da!
Fermandariya Jendermeyên Navçeyê ji ber daxuyaniya Hevşaredara Şaxê Evîn Kewe ya têkîldarî bomberdûmankirina Şehîdgeha Şehîd Ronahî dabû ANF’ê, îfade jê xwest. -
Konferansa hêzên Kobanê yên YPG’ê bi dawî bû
Bi armanca ji nû ve rêxistinkirina hêzên leşkerî yên Kobanê yên YPG’ê konferansa bi şîara, “YPG’e, garantiya parastina gelên Sûriyeyê ye” bi dawî bû. -
Ciwanek li Sûrê bi guleya bombeavêjê birîndar bû
Li navçeya Sûrê ya Amedê polîsan bombeavêj avêtin malekê. Di êrîşa bombeavêjê de ciwanê bi navê Mehmet Kizilay birîndar bû. -
Li Mêrdînê dema derbasbûyina konvoya leşkerî teqîn pêk hat
Li navçeya navend Artûklû ya Mêrdînê dema derbasbûyina konvoya leşkerî de teqîn pêk hat. -
Çeteyan li Til Eranê 2 sivîl qetil kirin
Çeteyên DAIŞ’ê yên ku xwe li embarên genim ên bajarokê Til Eranê bi cih kirine, bajarok bi hawanan topbaran kirin, di encamê de 2 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û 10 welatî jî birîndar bûn. -
Li Colemêrgê jiyangehên sivîl jî “Herêmên Ewlehiya Taybet” hatin îlankirin
Gelek herêmên li sînorên navçeyên Gever, Şemzînan, Çelê yên Colemêrgê ne û gelek jiyangehên sivîl jî digirin nav xwe “Herêmên Ewlehiya Taybet” hatin îlankirin. -
Ji siyasetmedarên kurd re 44 sal ceza
Li Kopê ji 24 siyasetmedarên Kurd re 44 sal ceza hat birîn. -
Şêxmeqsûd careke din hat bomberdûmankirin
Çeteyên El-Nûsra û Ehrar El-Şam careke din bi topên hawanê êrîşî taxa Şêx Meqsûd a Halepê kirin, hêzên YPG’ê êrîş bersivandin. -
HDP: Werin, em bi hev re biçin navçeyên ku xwerêveberî heyî pirs bikin!
Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken, têkildarî qetilkirina mirovên sivîl û qedexeya kolanan raporek amade kir û pêşkêşî meclîsê kir. -
Polîsan wêneyê zarokê ku qetil kirin belav kirin
Li navçeya Sûrê piştî kolan hat qedexekirin, polîsan êrîşî welatiyan kir. Di êrîşa polîsan zarokek qetilkirin. Piştî zarok hat qetilkirin wêneyê wî di tevna civakî de li ser hesabê polîsan hat belavkirin. -
Ji TEV-DEM’ê biryarên girîng
Meclîsa Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ya Kantona Cizîrê 8’emîn civîna xwe ya asayî li dar xist -
Qada Şêx Seîd di bin dorpêça polîsan de ye
Piştî li Şêx Seîd (Deriyê Çiyê) yek jê jin du kes ji aliyê hêzên dewletê hatin înfazkirin, wekîlên HDP’yî jî di nav de gelek kes çûn cihê bûyerê. -
Li Dêrikê êrîşî gel kirin: 5 kes hatin binçavkirin
Endamên Komaleyên Çandê yên Dêrikê ku ji bo protestokirina qedexeya kolanan a li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê berdewam dike xwestin bikevin navçeyê rastî êrîşa jendermeyan hatin. Di dema êrîşê de 5 kes hatin binçavkirin. -
Li Efrînê êrîşên çeteyan dewam dikin
Êrîşên çeteyan ên li hemberî herêma Efrînê, li derdora gundê Bênê dewam dikin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk jî bi tundî bersivê didin êrîşan. -
Li Amed û Şirnex kontra kemînan datînin
Yekîneyên kontra, li Amed û Şirnexê kemînan datînin. -
HPG'ê bîlançoya şer a meha Mijdarê aşkera kir
Li gorî bîlançoyê, di meha Mijdarê de 84 leşkerên Tirk di şer de hatin kuştin. Di şer û çalakiyan de 17 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan. Li Şengalê 85 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. 4 gerîla û şervanekî YBŞ'ê jiyana xwe ji dest dan. -
Li Nisêbînê hezaran kesî dest bi meşê kirin
Li Nisêbînê li hember qedexeya derketina kolanan bi hezaran kes daketin kolanan. -
Ji bo mamostaya ji ber 'Berkîn Elvan' ji karmendiyê hat dûrxistin kampanya
Ji bo Hatîce Dagli ku ji bo peyamek têkîldarî Berkîn Elvan parve kiribû mamostatiya wê hat betalkirin kampanya hate destpêkirin. -
Yîgîtalp: Du kesan jiyana xwe ji dest dan
Parlamentera HDP’ê Sîbel Yîgîtalp got: “Du tîmên taybet ên rûyên wan maskekirî ji wesayîtê daketin, bi ser gel de gule reşandin, li wesayîta xwe siwar bûn û dûr ketin. Li gor em dizanin, du kesan jiyana xwe ji dest dane.” -
Polîsan li Amedê gule li girseya gel reşandin: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan-HAT NÛKIRIN
Li ser banga DBP û HDP'ê, girseya gel li Qada Deriyê Çiyê ya Amedê civiya. Lê belê polîsên Tirk gule li gel reşandin. -
Ji bo Azadiya Ocalan kampanyaya nû ya çalakiyan
Bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Ocalan wê 5’ê Kanûnê kampanyaya çalakiyê bê destpêkirin.