Li navçeya Sûrê piştî kolan hat qedexekirin, polîsan êrîşî welatiyan kir. Di êrîşa polîsan zarokek qetilkirin. Piştî zarok hat qetilkirin wêneyê wî di tevna civakî de li ser hesabê polîsan hat belavkirin.
ANF
AMED
çarşem, 2 berfanbarê 2015, 15:10
Li navçeya Sûrê piştî kolan li welatiyan hatin qedexekirin, êrîşên polîsan ên li ser gel jî zêde bûn. Di êrîşa polîsan de li nêzî mînareya çar ling 3 welatî bi guleyan birîndar bûn. Piştî 3 welatî birîndar bûn, ambulans çû taxê, lê rastî astengiya polîsan hat. Ji ber vê yekê agahî ji aqûbeta birîndaran nehat girtin. Di tevna civakî de hat diyarkirin ku yek ji kesên birîndar bûye jiyana xwe ji dest daye û di medyaya civakî de wêneyê wî hat parvekirin. Di wêne de tê ditin ku kesê jiyana xwe ji dest daye zarokê 13-14 salî ye.
Wêne nîşan dike ku kesê jiyana xwe ji dest daye cilê sivîl li ser wîne û li ser sedyeyek destan hatiye dirêjkirin. Hat zanîn ku ev wêne li ser hesabê polîsan di tevna ya civakî de hatiye belavkirin.