Ji bo mamostaya ji ber 'Berkîn Elvan' ji karmendiyê hat dûrxistin kampanya
Ji bo Hatîce Dagli ku ji bo peyamek têkîldarî Berkîn Elvan parve kiribû mamostatiya wê hat betalkirin kampanya hate destpêkirin.
Ji bo Hatîce Dagli ku ji bo peyamek têkîldarî Berkîn Elvan parve kiribû mamostatiya wê hat betalkirin kampanya hate destpêkirin.
Ji bo Hatîce Dagli ya ku têkîldarî qetilkirina dewletê ya Berkîn Elvan ji ber peyama, “bila lanet li kesên ku zarokan terorîst nîşan didin bê” parve kir, bi îdîaya ‘sûcê şermê pêk aniye” ji memûriyetê hate dûrxistin, kampanyaya îmzeyê hat destpêkirin.
Pêşengiya kampanyaya ku muxatabê wê Wezîrê Perwerdeya Mîllî Nabî Avci tê nîşandan û bi serenavê “Hatîce Dagli rûmeta me ye! Em daxwaza îadeya wezîfeya wê û rakirina vê bê hiqûqiyê dikin” mamostayên Egîtîm Sen dikin.
Jı DAGLI BANGA PIŞTGIRIYÊ
Hatîce Dagli ji ANF ê re axivî, xwest ku ew kampanyaya îmze komkirinê ku hevalên wê daye destpêkirin were pişgirîkirin. Dagli, da diyarkirin kU ew ê di rojên pêş de bi daxuyaniyek çapemeniyê mijarê ragihînin dadgeha îdarî.
Navnîşana ku hûn karibin piştgiriyê bidin kampanyaya îmzeyê ev e:
https://www.change.org/p/berkin-elvan-nedeniyle-men-edilen-%C3%B6%C4%9Fretmen-hatice-da%C4%9Fl%C4%B1-onurumuzdur?recruiter=24322952&utm_source=share_petition&utm_medium=copylink