Şêxmeqsûd careke din hat bomberdûmankirin

Çeteyên El-Nûsra û Ehrar El-Şam careke din bi topên hawanê êrîşî taxa Şêx Meqsûd a Halepê kirin, hêzên YPG’ê êrîş bersivandin.

Çeteyên El-Nûsra û Ehrar El-Şam careke din bi topên hawanê êrîşî taxa Şêx Meqsûd a Halepê kirin, hêzên YPG’ê êrîş bersivandin.

Hate diyarkirin ku di encama topbarana çeteyan de 13 şêniyên taxê bi giranî birîndar bûn û rewşa piraniya birîndaran jî giran e.

Hate ragihandin ku êrîşên topbarana çeteyan hê jî didome, şervanên YPG/YPJ’ê jî li hember êrîşên çeteyan bersivên pêwîst didin.

Di topbarana ku ji 27’ê Cotmehê destpêkirî ve heta niha zarokên bi navê Beşar Mûsa (12), Beyan Ilêwî (2), Ehmed Eseed Hemada (15) û kesekî bi navê Selam Hac Ehmed (31) jiyana xwe ji dest dan. 76 kes birîndar bû ji wan 7 jin in, 14 jî zarok in.