Polîsan êrîş birin ser girseya diçû Sûrê

Li Amedê, girseya ji bo qedexe û dorpêça li ser Sûrê bişkê û piştgiriyê bide berxwedana gelê Sûrê hewl da ber bi navçeyê bimeşe rastî êrîşa polîsan hat.

Li Amedê, girseya ji bo qedexe û dorpêça li ser Sûrê bişkê û piştgiriyê bide berxwedana gelê Sûrê hewl da ber bi navçeyê bimeşe rastî êrîşa polîsan hat. 

Bi sedan kes li ser banga DBP’ê û HDP’ê ji bo şkandina qedexe û dorpêça li navçeya Sur’ê ya Amedê û piştgirî dayîna berxwedana gel a Sûrê li qada Şêx Seîd kom bûn. Ber bi semta Ofîsê ve ketin rê. Girse bi diruşmên “ Amed raperîn e ji Sûrê re silav e” û “ Bi berxwedanê em ê bi ser kevin” meşiya, tevî ku ji aliyê wesayîtên zirxî rastî astengiyê hat jî meşa xwe domand.

Girseya ku hatibû Ofîsê, hewl da ber bi Baglarê bimeşe,li Parka Koşûyolû rastî êrîşa polîsan a bombeyên gazê û ava şid hat. Li hember êrîşên polîsan girseyê xwe parast, li ser vê jî dijwarbûna êrîşên polîsan zêdetir bû. Ji ber gaza zêde welatiyên li derdor ji ser hişê xwe çûn. 

Bi vekişîna polîsan, ciwanên xwe diparastin jî dawî li çalakiya xwe anîn.